Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê kelecana dersên bijarte yên Kurdî berdewam e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê de dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di hinek formên dersa bijarte de ku ji dibistanan re şandiye cih nedaye Kurdî û li ser sîstemê jî cih nedaye Kirmanckî (Zazakî).
Tevgerên zimanê Kurdî ji bo rakirina astengiyan, li gelek dibistanan dest bi qanihkirina rêveberan kirin.
Şêwaza xebata dersên bijarta îsal ji par cudatir e; li şûna xebatên girseyî, xebatên rakirina astengiyên li dibistanan têne meşandin.
“Xwendekar û malbat dixwazin lê astengî çêdibin”
Berdevkê Tevgera Zimanê Kurdî yê Hezkurdê Barij Celalî ji bo qanihkirina rêveberiya dibistanên ku lê dersên bijarte yên Kurdî têne hilbijartin, diçe serdana dibistanan.
Par di serî de Hezkurd gelek sazî û dezgehên zimanê Kurdî ji bo balê bikişînin ser dersên bijarde yên Kurdî kolan bi kolan belavok belav dikirin.
Lê belê îsal ji xebatên girseyî vekişiyane û xebatên xwe tenê li ser qanihkirina burokrasiya dewletê dimeşînin.
Barij Celalî li ser mijarê ev nirxandin kirin:
“Malbat dixwazin, xwendekar dixwazin lê astengî çêdibin. Ev astengî ji aliyê birokrasiyê û rêveberiya dibistanan ve çêdibin.
Rêveberên dibistanan dibêjin mamoste nîn e, cihê fizîkî nîn e.
Ji ber vê yekê me niha ev biryar daye ku em herin dibistanan mamoste û rêveberên dibistanan qanih bikin.”
Li ber dibistanan kelecaneke mezin a xwendekaran heye.
“Hînî Îngilîzî dikin lê hînî Kurmancî û Zazakî nakin”
Dema çavê xelkê li mikrofona Rûdawê dikeve û dibînin em bi Kurdî diaxivin yekser li dora me dicivin.
Lê piraniya wan ji ber dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî nadin û nastînin an qet bi Kurdî nizanin an jî bi Kurdiyeke şikestî diaxivin.
Lewra hemû jî dixwazin Kurdî li her derê bi pêş bikeve.
Xwendekar Zulkuf Tokay got:
“Niha Kurmancî hînî zarokan nakin. Tenê bi Tirkî hîn dikin. Ez dixwazim ew jî Kurdî hîn bibin.
Ji ber ku ev nifş wiha berdewam bike, zarokên biçûk Kurdî hîn nebin dê hêdî hêdî Kurmanciya xwe ji bîr bikin.
Ji ber vê yekê ez dixwazim zarokan hînî Kurdî bikin. Ders ji xwe divê hebin.”
Xwendekar Ozgur Emîr jî wiha anî ziman, “Hînî Îngilîzî dikin lê hînî Kurmancî û Zazakî nakin. Mixabin hîn nakin.”
Xwendekar Muhamed Şêxmûs jî got, “Dikarî (Kurdî) hilbijêrî lê nahêlin. Dersa bijarte heye lê nadin, dibistan nade.”
Dersên bijarte yên Kurdî li dibistana navîn di polên 5-6-7 û 8an de heftiyê 2 saetan tên dayîn.
Lê ji bo li dibistanek poleke Kurdî bê vekirin û mamosteyek Kurdî bê bicihkirin, herî kêm divê 10 kes Kurdî hilbijartibin.
Heta 12ê Sibatê her zarokek ji bo dersên Kurdî dikare bi rêya formên dersên bijarte serî li dibistana xwe bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse