Mazlûm Ebdî bo erdheja Mereşê: Em ji bo alîkariyê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de peyamek peyamek kir û ragihand ku “destê me ji bo alîkariyê vekirî ne.” Herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk jî diyar kir ku hêzên wan ji bo alîkariyê amade ne.

Îro du erdhej yek saet 04:17 bi hêza 7.7 pileyê rîxterê û ya din jî saet 13:27 bi hêza 7.4 rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendên erdhejan Mereşê bûn lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê  û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.

Fermandeyê Giştî HSDê Mazlûm Ebdî derbarê erdhejê de peyamek li ser Twîtterê belav kir û ragihand: “Me bi xemgîniyek mezin agahiya erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bihîst. Ji gelê Bakur, Tirkiyê û malbatên windahiyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê hêvî dikin, bala me li ser we ye û destê me ji bo alîkariyê vekirî ne.”

Ji aliyê din ve Fermandariya Giştî ya HSDê ji bo mexdûrên erdhejê peyama sersaxiyê belav kir.

HSD di peyama xwe de dibêje: “Em êşa gelê xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê parve dikin, ji qurbaniyan re dilovaniyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ji bo derbaskirina bandorên erdhejê li tevahî herêmên Sûriyeyê, hêzên me ji bo alîkdarîdayîna lezgîn û şandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên zirar dîtine, amade ne.”

HSD herwiha sersaxiyê li malbatên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê dike û dibêje: “Di vê dema zehmet de piştevaniya xwe bi wan re nîşan didin.”