Lêgerîn û Rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe jidest dane gihişte hezar û 762 kesan û  hejmara birîndaran jî bo 12 hezar û 68kesan zêde bûye.

AFAD berdewam amarên derbarê erdhejê de nû dike. Di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand: “Hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe jidest dane gihişte 1762 kesan û hejmara birîndaran jî bo 12068 kesan zêde bûye. Di encama wê erdhejê de 5 hezar û 606 xanî û avahî hilweşiyane.”

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û di serî de li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bi tundî hest pê hat kirin.

Piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6 nêzîkî 100 erdhejên din çêbûn. Îro demjimêr 13:24 navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek bi pileya 7.6 çêbû.

AFADê di daxuyaniya xwe ya  berî niha de jî  ragihandibû ku li gor zanyariyên wan ji Navenda Hevhangî, Karesat û Tendirsutiyê ya Tirkiyê wergirtine.

Lêgerîn berdewam e

Li 10 parêzgeh û navçeyên wan ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku di encama erdhêjê de gelek avahî hilweşiyan, lêgerîna li avahiyên hilweşiyayî didome. 

Navendên alîkariyê hatine danîn

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navendên alîkariyê hatine danîn da ku xelk alîkariyê bişîne ji mexdurên erdhejê re bişînin.

Li parêzgehên Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Çewlîg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzgehên xelk alîkariyên wek xurek û pêdiviyên din ên jiyanê ji mexdûrên erdhejê re dişînin.

Her wiha ji van parêzgehan tîmên hawarçûnê û otomobîlên kar jî bo navçeyên erdhejê hatine şandin.

Di heman demê de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê navendên taybet hatine destnîşankirin jibo ku mexdurên erdhejê lê werin bicîkirin.

Dibistan heta 13 Sibatê hatin ragirtin

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê rahihand ku ji ber erdhejê li Seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdehî heta 13 Sibatê hat rawestandin.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 yên ku li Mereşê çêbûn perwerdehî heta 13ê Sibatê hatiye rawestandin.

Li aliyê din Serokatiya Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) piştî erdheja ku navenda wê li Mereşê  daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand li Antalya, Çewlig, Xarpêt, Erzîngan, Karaman, Qeyserî, Konya, Mêrdîn, Mêrsîn, Nîgde, Sêwas û Dêrsimê dewreya perwerde û hîndekariya nîvsala biharê ya li saziyên xwendina bilind ji bo demeke ku paşê bê diyarkirin hatina paşxistin.

13 welatên endamên Yektiya Ewropayê ekîb diçin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê

13 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo erdhejên navend Mereş dê ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin.

Ji berdevkên Komîsyona YEyê Balazs Ujvarî di civîna çapemeniyê ya rojane de bo erdhejên bi lerzên 7,7 û 7,6ên li Mereşê daxuyanî da.

Ujvarî got ku ji welatên curbecur ji 10î zêdetir ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kirin û got ku heta niha ji bo alîkarî kirinê Bulgaristan, Kirwatistan, Çekya, Fransa, Yunaistan, Hollanda, Poland, Romanya, Macaristan, Îtalya, Spanya, Malta û Slovakyayê pêşniyaza alîkariyê kirin.

Di axaftina xwe de Ujvarî destnîşan kir ku heta niha 13 welatên endamên YEyê biryar dan ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Ji Herêma Kurdistanê alîkarî

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kir ku piştî erdhejên li Mereşê li gel Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê alîkariyên tenduristî, xwarin û lojîstîkê ji bo herêmê hatin şandin.

Piştî erdhejê her yek ji Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kirin.

Piştre jî Serokwezîr Barzanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê Wezareta Tendirustiyê erkdar kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser saxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmeke pizîşkî bo navçeyên erdhejê hatine şandin.

Zêdetirî 30 ambûlans û zêdetirî 45 pizîşkên ji Herêma Kurdistanê derketine û bi Deriyê Sînor Îbrahîm Xelîl derbasî Bakurê Kurdistanê bûne.

Mûsa Ehmed ji Rûdawê re ragihand, wan bi hemahengiya Wezareta Tendirustiyê  ji bo şandina alîkariyên bo deverên erdhejê, pêwendî bi Heyva Sor a Tirkiyê û Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê re kirine.

Erdhejê bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kir

Ji ber erdhejên ku navendên wan Mereş bûn li herêmên curbecur ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê herî kêm 810 kesan canê xwse ji dest dan û ji 2 hezar û 315an zêdetir kes jî birîndar bûn.

Bandora erdhejan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Reqa, Idlîb, Heleb, Hema, Lazqiye û Tertûs Sûriyê zêde hat hîskirin, gelek xanî û avahî jî hilweşiyan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê li bajarê Efrînê zêdetirî 30 avahî û xanî wêran bûne, bi dehan kesan canê xwe ji dest dane.

Li Cindirêsê jî hejmareke zêde ya avahiyan wêran bûne, bi dehan kes canê xwe ji dest dane, hîn karê derxistina kesên jêr avahiyan de berdewam e.

Li gor ajansa nûçeyan a SANA ya hikûmeta Sûriyê li Heleb, Hema û Lazqiyeyê li herêmên di bin kontrola hikûmetê de ne gor agahiyan 430 kes caê xwe ji dest dan û 1315 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de  jî bi dehan avahî hilweşiyan.

Li gor agahiyên ji Tora Sûriyê ya ji bo mafê mirovan (SNHR), Parastina Sivîl (Kûmspî), saziyên tenduristiyê û çavkaniyên herêmê hatine berhevkirin herî kêm 380 kesan canê xwe ji dest dane  û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.