14 Photos
Li Amedê ku yek ji bajarên ku herî zêde ji ber erdhejê bandor lê bûye, 6 avahî hilweşiyan û heta niha 14 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha 79 kes jî birîndar bûn.
Li Amedê xebatên ku ji aliyê ekîbên AFAD, UMKE, 112 Tenduristiya Lezgîn, polîs, cendirme û agirvemirandinê ve hatibûn destpêkirin ji bo rizgarkirina kesên ku ji ber xirbeyên Apartmana Yoldaşê ya li navçeya Rezan a Taxa 5ê Nîsanê Mahallesiyê berdewam dikin.
Di encama lêgerînê de kesek bi navê Osman Cengîz ji bin kavilên avahiya ku piştî nêzîkî 11 saetan hat derxistin.
Foto: Abdulselam Akinc / Rûdaw