Bozdag rewşa dawî ya Amedê eşkere kir: Li Rezan û Yenîşehîrê xesar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ê ku di çarçoveya dabeşkirina kar de ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 ku li navenda wan Mereşê ye û 10 parêzgehan hejandin, bo Amedê hat şandin, der barê herêmên di erdhejê de bandor dîtine de agahiyan da.

Wezîr Bozdag anî ziman ku hilweşîn herî zêde li navçeyên Rêzan û Yenîşehîrê yên Amedê çêbûne û wiha got:

“Dewleta me li parêzgehên ku erdhej lê qewimî seferber bûye. Hem AFAD, hem Heyva Sor, hem emniyet, hem cenderme di nav seferberiyeke mezin de ne. Ji bo welatiyên me bi aqilane tevbigerin û bi taybetî jî di mijara vekirî hiştina rêyan de hestiyar bin fêda wê heye. Hêzên me yên ewlehiyê ji ber parvekirinên provokatîf ketine nav tevgerê.

Li navçeyên me yên Rezan û Yînîşehîrê xesar hene. Bi giştî 7 avahî hilweşiyane. 5 ji wan li Rezan, 2 jî li Yenîşehîrê ne. Tîm di seferberiyê de kar dikin.”