Herêma Kurdistanê hinardekirina petrolê bo Tirkiyê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan hinardeya petrolê bo Tirkiyê rawestandine.

Di erdheja îro ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li 10 parêzgehan kir û li 16 welatan hat hîskirin li gor Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) 1014 kesan canê xwe ji dest dan. Erdhejê li Sûriyê û Rojava jî bandoreke mezin kir, 427 kesan canê xwe ji dest dan. Xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê çûna petrolê ji bo Tirkiyê hatiye rawestandin.

Ajansa Veguhestina Deryayî ya Tribaja ragihand ku piştî erdheja li Sûriye û Tirkiyê xebatên xwe yên li bendera petrolê ya Ceyhanê rawestandine. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hinartina petrolê ji benderê hatiye rawestandin.

Tribhaja diyar kir ku ji bo girtina biryarên pêwîst dê civîneke bilez were kirin.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir, îro danê sibê hinartina petrolê ji boriyên Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê hat rawestandin û biryar e piştî bidawîbûna karê pişkinînê proseya hinardekirinê dîsa dest pê bike.

Wezaretê di daxuyaniyê de anî ziman, “Ji bo pêşîgirtina li rewşeke nebaş û ewlehiya petrolê ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyê, îro danê sibê hinartina petrolê ji boriya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê hat rawestandin.”

Li navçeya Bazarcix a Mereş a Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04.17an de bi pileya 7.7an erdhejek çêbû û li 10 parêzgehan bandor kir, heta niha 1014 kesan canê xwe ji dest dan û 5 hezar û 385 kes jî birîndar bûn.