Li Meletî, Dîlok û Kilîsê 9 kes ji bin avahiyên herîfî hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Meletî, Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê 9 kes ji bin xanî û vahiyên herifî hatin derxistin.

Li gor agahiyan, li bajarê Dîlokê tîman li Taxa Muhtar Gazî 2 kes ji bin avahiya 4 qatî ya herifî derxistin.

Li parêzgeha Kilîsê jî tîman 6 kes ji bin avahiya sê qatî ya herifî li Taxa Yavuz Sultan a ser cadeya Yeniocak derxistin û li bajarê Meletiyê Taxa Zafer jî kesekî din hat rizgarkirin.

Birîndarên ku ji bin kavilan hatin derxistin, bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Tîmên lêgerînê û hewarçûnê li ser hewldanên xwe yên ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên herîfî de berdewam in.