Qamişlo; Ciwanekî 15 salî masûlkeyên wî têk diçin û pêwîstiya wî bi dermankirina bilez heye

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî 15 salî nexweşiyeke dijwar pê re heye û masûlkeyên wî hêdî hêdî têk diçin û nikare tiliyên lingê xwe bilivîne.

Rûdaw, her dem bi êş û nexweşiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê re bûye û ji bo cîhanê veguhestiye. Dawîn raporta Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê berî qedexekirina karê wê, li ser ciwanekî 15 salî ye ku nexweş e, nexweşî di demarên lingên wî de ye û nikare tiliyên lingê xwe bilivîne.

Navê wî ciwanî Mesûd Igêl û 15 salî ye û masolkeyên wî hêdî hêdî têk diçin. Mesûd dibêje, ew ji ber nexweşiyê nikare biçe dibistanê û pêwîstiya wî bi dermankirinê heye.

Dê û bavê wî, kurê xwe yê bi tenê hildigirin û derdixin ber tavê, da damarên laşê wî nerm bibin.

Dayika Mesûd, Emîne Mîrza jî dibêje, ew her dem bi kurê xwe re mijûl e, gelek zehmetiyan di cîbickirina xwestekên wî de dibîne. Emîne Mîrza herwiha dibêje, wan çend caran ji bo çareseriyê ew birine Şamê lê çareser nebûye.

Emîne Mîrza, dayika Mesûd wiha dibêje, “Weleh ez pê re gelek diwestim, ez dirahêjmê, ez dihilînim ez datînim, ez pê re ezabê dikişînim. Me li Şamê hişt ji bo îlaca wî, me ji mifa ji îlacê wernegirt. Doktorekî ji me re got, navê wî doktor Semîr Beqlê ye, got heya ji we were bibin Almanya.”

Mesûd Igêl bi xwe dibêje, “Beriya 3-4 salan ez dimeşiyam, diçûm medresê, diçûm û dihatim, ew 3-4 sal in ez nikarim, va emrê bû 15 sal gereke ez li pola 9an bam û ez nikarim herim mederesê.”

Pizîşkî Mesûd, Dr. Ehmed Salih Ibrahîm, Şarezayê Nexweşiyên Demar û Masolkeyan jî tekez dike, dermanê wî li Sûriyê tune ye, divê berî ku temenê wî bibe18 sal nexweşiya wî bê çareserkirin.

Dr. Ehmed Salih Ibrahîm ji Rûdawê re got, “Rewşa Mesûd em jê re dibêjin doşîng, doşînga herdu endamên jêrîn (ling), ling sist dibe, corek ji corên felçê ye, divê bi taybet têkeve navendên pizşkî bê pispor, dermankirina fîzîkî (fiziyontrapy) jê re bê kirin, şoka elektrîkî ji masûlkeyan re çê bikin daku ew zarok bikare di dema xwe bimeşe.”

Nexweşiya Mesûd zikmakî ye û her ku diçe nexweşiya wî dijwartir dibe. Hetanî 11 saliya xwe karîbû bê û biçe û diçû dibistanê û bi gokê dilîst, lê paşî wê heyamê ew 4 sal in li malê ketiye û nikare bimeşe.

Mesûd Igêl piştî ku ji ber nexweşiya xwe nikarîbû bimeşe û jiyana wî kete di malê de, xwe fêrî jenîna amûrekê muzîkê jî kiriye.

Lê eger nexweşiya wî neyê çareserkirin, piştî çend salên din nikare wê amûrê jî bijene.