Hereketa Azadî qedexeya li ser Rûdawê şermezar kir: Ragihandina azad nayê bêdengkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (Hereketa Azadî), Metîn Pîranî biryara Rêveberiya Xweser a qedexekirina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “ragihandina azad nayê bêdengkirin.”

Karvendên li dijî biryara Rêveberiya Xweser ji bo qedexekirina karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Sekreterê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê, Metîn Pîranî îro Yekşembê 6ê Sibata 2022an di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê, biryara Rêveberiya Xweser a qedexekirina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Metîn Pîranî amaje bi wê yekê kir, ku “ragihandina azad nayê bêdengkirin” û destnîşan kir, “Rûdaw ku di şert û mercên herî dijwar de bêyî cudahiya siyasî û îdeolojîk dixebite û yek ji organên çapemeniya herî bihêz a neteweya Kurd e, ji aliyê Rêveberiya PYDê ve hatiye qedexekirin.”

Pîranî ragihand, “ez vê helwêsta antî demorkatîk qebûl nakim û bi tundî şermezar dikim.”

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ku xwe wek Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê dide nasîn, duh Şembiyê 5ê Sibata 2022 bêyî nîşandana ti sedemeke zelal karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de qedexe kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de biryara girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke “tawan li dijî azadiya karê ragihandinê” bi nav kir û bi tundî ev biryar şermezar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û herwiha wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê lê temaşe dike.”

Rûdaw soza berdewambûnê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û got: “em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”