Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye proseya dersên bijarte 3ê Çile destpê kir û sibe 7ê Sibatê ew prose bi dawî dibe. Îsal xwebexşên zimanê Kurdî û endamên saziyên civaka sivîl kampanyayeke berfireh bo hilbijartina dersa Kurdî dan destpêkirin. Vê kampanyayê bandoreke zêde li sazî, civak, komale, rêxistin û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî kir.
Proseya serlêdana dersên bijarte û kampaniya agahdarkirina malbatan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo hilbijartina dersa Kurdî ji zarokên xwe re berdewam e, lê ji bo serlêdanê tenê rojek mane.
Hejmareke zêde ya hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, sazî û kesayetiyên Kurd tevlî kampanyaya piştgiriya li dersa bijarte ya Kurdî bûne û bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin.
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyûrek tekez dike ku ew dê ji niha û şûnde girîngiyeke zêdetir bidin zimanê Kurdî.
Endamê Platforma Zimanê Kurdî û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê got: “Em dibêjin ku partiya me biryar distîne û dibêjin partiya me ji niha û şûnde tenê daxuyaniyên xwe bi zimanên Kurdî û Tirkî belav dike, daxuyanî, nivîs û civînên xwe hemûyan destpêkê bi Kurdî yan bi Kurmancî yan bi Zazakî dikin. Ev jî destkeftek û bandora vê kampanyaya ziman e.”
Kampanya dersa Kurdî bandor li Baroyên Bakurê Kurdistanê jî kir. Beşek ji wan baroyan ji bo ku parêzerên endamên wan fêrî zimanê Kurdî bibin li navendên xwe kursên zimanê Kurdî dan destpêkirin. Herwiha piştgiriyeke bihêz a hiqûqî li kampanya zimanê Kurdî kirin. Endamê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Mehmet Arak ji Rûdawê re got, di prosesya dersa bijarte de li çend dibistanan ji malbatan re pirsgirêk hatine derxistin, lê wan bi rêya diyaloga ligel rêveberên dibistanan ew pirsgirêk çareserkirine.
Endamê Komîsyona Ziman ya Baroya Amedê Mehmet Arak got: “Me got di warê hiqûqî de çi ji destê me bê em dê bikin. Lê tiştek din heye dixwazim bibîr bixim piştî betlaneyê sibe 7ê Sibatê dîroka dersa bijarte bi dawî dibe, em ji malbatên ku ji bîr kirine dixwazin biçin û dersa Kurdî hilbijêrin.”
Derbarê hejmara xwendekarên ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersa Kurdî hilbijartine ti amarek li ber dest nîne, lê mamoste û xwebexşên zimanê Kurdî ji kampanyayê geşbîn in û di wê baweriyê de ne ku îsal dê hejmareke zêde ya xwendekaran dersa kurdî hilbijêrin.
Piştî bidawîbûna proseya dersa bijarte ya Kurdî dê amarên xwendekarên ku li dibistanan dersa Kurdî hilbijartine eşkere bibin. Li gor sîstema xwendinê ya dersên bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza xwendinê bi her zimanekî bijarte bikin, polekî taybet ji wan re tê vekirin û divê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê mamosteyan bo wan erkdar bike. Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 148 hezar mamoste hene, lê tenê 79 ji wan mamosteyên zimanê Kurdî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse