Çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê 220 darzeytûn birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê li nahiya Şera ya Efrînê 220 darên Zeytûnan birîn.

Çavkaniynên xwecihî ragihand ku çekdarên grûpa Ehrar Şerqiye û Sultan Murad yên ser bi Tirkiyê ve, zêdetir ji 220 darên Zeytûnan li nahiya Şera ya Efrînê birîn.

Li gorî heman cavkaniyê 90 darên zeytûnan li devera Qere Cirne ye ku yên hemwelatiyekî ji gundê Matîna ne, herweha 130 darên din li ser rêya giştî ya Qere Cirne ye û yên hemwelatiyekî ji gundê Helûbiyê ne.

Ji aliyekî din ve, hinek çavkaniyan belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve, gundên Xirbet Şeale û Bêlûniyê li Şehba topbaran kirine û zêdetir ji 20 top li wan gundan ketine xwarê. Heman çavkaniyan ragihandiye jî ku droneke Artêşa Tirkiyê li gundê Bêlûniyê li Şehba ketiye xwarê.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo dagirkirina Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.