Du penaberên Kurd ên ji Efrînê li Dîlokê bûne xwedî kargeh

Dîlok (Rûdaw) – Du penaberên Kurd ên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê tevî rewşa zehmet a penaberiyê, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kargeh vekirine û li ber destê van herdu Efrîniyan bi dehan kes ji penaberan karê tekstîlê dikin û debara malbatên xwe peyda dikin.

Selahedîn Hisên yek ji wan penaberên Kurd û ji Efrînê ye. Di destpêka şerê Sûriyê de koçberî bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bû. Wî li bajarê Dîlokê kargeheke mekbezê ku perçeyek tekstîlê ye ava kiriye.

Li ber destê wî bi dehan karkerên koçber dixebitin.

Selahedîn Hisên derbarê çîroka serkeftina xwe de dibêje: “Me evder hazir kir, me dest pê kir. Pêşî şeş heft karker li ba min dixebitîn. Niha 20 karker li ba me dixebitin. Li paş wan karkeran jî malbat hene, zarok hene. Mal vekirine. Pariyekî helal ji wan re tê ji min re tê. Ez xwediyê şixul im lê ez jî weke wan im.”

Kerkerên ku li ber destê Selahedîn Hisên kar dikin li gorî karkerên din ên penaber xwe bi bext dibînin, ji ber ku ew li ba nasekî xwe yê penaber ku ji êş û azarên penaberiyê fêm dike debara jiyana xwe dikin.

Mistefa Osman yek ji karkerên kargehê dibêje, “Heft heşt sal in ez û Silhedîn li ba hev kar dikin. Em xelkê hev û din in. Em dixwazin hemû li ser hevdu kom bibin. Li ba hev bin.”

Şiyar Derwêş karkarekî din dibêje: “Salek û nîv in ez ji Efrînê hatim. Ez li ba kekê Silhedîn kar dikim. Hêdî hêdî em dixebitin, îdara xwe dikin.”

Osman Silêman ku ew jî penaber e û karkerê kargehê ye. Ew jî dibêje: “Bavê min hinekî mezin e, birayê min jî hinekî nexweş e. Bes ez bi tenê dişixulim û dibim malê. Ez ji vir çi dibim, didime malê.”

Fehîm Oso jî hevbajariyê Selahedîn Hisên e ango ji Efrînê ye. Kargeha wî jî ya nexşandina cil û bergan e. Kargeha wî 8 sal in ji bo hin karkerên koçber bûye stargeh.

Derbarê rewşa xwe û karê xwe de, Fehîm Oso ji Rûdawê re ragihand: “Ez jî ji ber şer koçber bûm û hatin Tirkiyeyê. Li vir min dest bi kar kir. Bi qasî heft heşt karker li ba min kar dikin. Em karê nexşê dikin. Mesref pir e. Lê dîsa jî em îdare dikin. Bêkesî û penaberî zor e.”

Li gorî karkerên ku li ba Fehîm Oso dixebitin, digel ku ew li vê kargehê bûne xwedî kar û pîşe jî di jiyana penaberiyê de zehmetiyeke mezin dikişînin. Hemû xewn û xeyalên wan rojekî di şert û mercên azad û aram de vegera Efrînê ye.

Ehmed Mistefa, yek ji karkerê kargeha Fehîm Oso dibêje: “Min li Helebê zanîngeh dixwend. Muhendis bûm. Piştî şer ez hatim Tirkiyeyê. Di destê me kar tunebû. Ez mirovekî xwende bûm. Ez ho bûm vî karî bikim. Ev şeş heft sal in vî karî dikim. Tu li vir neşixulî pir zor e.”

Karkerê bi navê Evdilezîz Etar jî diyar dike: “Ez heft nifûs im. Ez bi tenê dişixulim. Xwedanê min hene, zarokên min hene. Ez li wan dinêrim. Piçekî meaş kêm e. Lê em îdare dikin.”

Tevî ku li Dîlokê bi sedan hezar penaber hene jî bi awayeke zelal nayê zanîn ka ji van penaberan çend kes kurd in. Lewre heta niha amareke ku penaberên kurd û ereb ji hev veqetînin nehatine aşkerakirin. Lê li gorî texmînan hejmara penaberên kurd nêzî 50 hezar kesan e.