Rûfatên 104 Kurdên Êzidî gihiştin Şingalê û li Gundê Koço tên veşartin

06-02-2021

15:18

Nadya Mûrad: Divê xelkê Şingalê û kesûkarên qurbaniyan bêne qerebûkirin

Nadya Mûrad gotarek pêşkêş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nadya Mûrad daxwaz kir ku “Xelkê Şingalê û kesûkarên qurbaniyan bêne qerebûkirin.”

Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî û her wiha rizgarbûya ji destê DAIŞê Nadya Mûrad beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 104 qurbaniyên gundê Koço bû û gotarek pêşkêş kir.

Nadya Mûrad diyar kir ku pirsgirêkên Şingalê û gundê Koço tenê siyasî nînin û got, pirsgirêkên rûmetê jî hene û divê xelkê Şingalê û kesûkarên qurbaniyan bêne qerebûkirin.

Nadya Mûrad got jî, ew daxwaz ji Netewên Yekbûyî jî dikin ku ji bo vegerandina termên mayî ji Bexdayê, alîkariyên pêwîst pêşkêş bike.

Nadiya Mûrad “ez îro 104 xelkê gûndê Koçoyê wek şehîdên Iraqê û Kurdistanê nabînim. Ev ne meseleya çekan bû di şerê DAIŞê de xwe dane kuştin, ew mecbûr bûn sîlahên xwe deynin ji ber vî olî.”

Nadya Mûrad nerazbûna xwe jî derbirî got, “Pêwîst bû îro Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê li vê derê amade bûna.”

Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî behsa koçberên Kurdên Êzidî jî kir û got, “Îro kerameta me ji destê me çûye ne tenê bi kuştinê, mesele ev e ku em nikarin weke Misilmanan û Mesîhiyan vegerin cihên xwe û bi azad bijîn.”

Zêdetir bixwîne

14:02

Dîndar Zêbarî: Divê rêkeftina Şingalê wek xwe bê cîbicîkirin

-

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasîma veşartina rûfatên 104 Kurdên Êzidî de ya li gundê Koço yê Şingalê,  Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwend.

Dîndar Zêbarî ragihand, heta niha çendîn raportên berfireh derbarê komelkujiya Kurdên Êzidî de bi civaka navdewletî hatine dayîn û hevkariya Tîma Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD) hatiye kirin.

Zêbarî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngî jî dizane rêkeftina Şingalê ku meha Cotmeha sala derbasbûyî hat îmzekirin, wek xwe bê cîbicîkirin.”

Zêdetir bixwîne

13:54

Nêçîrvan Barzanî: Em dê li ser hewlên rizgarkirina hemû revandiyan Êzidî berdewam bin

-
-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Koço îro rûfatên 104 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn, komelkujkirin, bi axê tên spartin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tekez dike ku ew dê berdewam bin li ser hewlên rizgarkirina Kurdên Êzidî ku di destê DAIŞê de mane.

Di merasîma veşartina rûfatên 104 Kurdên Êzidî de li gundê Koço yê Şingalê, gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Newzad Hadî ve hat xwendin.

Di wê gotarê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, Kurdên Êzidî ji ber ayîna xwe rastî cînosaydê hatin û got, “Em îro li vir bi rêz û hurmet pêşwazî li rûfatên 104 qurbaniyên Êzidî yên xelkê Koço de beşdar in ku yek ji sehmnaktirîn komelkujiyên dîroka mirovahiyê ye, bûne qurbaniyn destê DAIŞ a hovtirîn rêxistina terorîstî ya serdemê.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Vegerandina rûfatên van xwîşk û birayên me yên ezîz bo warê wan, hildana rûpelekî din ê xemgîniya dîrokeke tal a tijî ji jan û azara xwîşk û birayên me yên Êzidî ye ku bo berevanî û bi navê parastina xwe, ayîn, çand û zimanê xwe, bi dehan caran fermanên li pey hev û komelkujiyên bi awayî bûne.”

Di gotara Nêçîrvan Barzanî de tê gotin, Êzidî nimûneya civakeke jiyandost û aştîxwaz in û dixwazin “li gel hemû pêkhate û ciyawaziyan bi aramî û aştiyane bijîn û tê bibîrxistin, “bi dirêjiya dîrokê gelek qurbaniyên mezin dane, ser û malên xwe dane, ji bo ku bikarin parêzgeriyê li bawerî, xwenasî, Êzdayetî û ayîna xwe bikin. Ti caran ji bo cîran û derdora xwe nebûne girîft.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew komelkujiya terorîstên DAIŞê li beramber xwîşk û birayên me yên Êzidî encam dan, ne tenê hewleke kevneperest ya lêdana yek ji dêrîntirîn ayînên navçe û mirovahiyê bû, lê hewleke bêhûde bû  bo lêdana konsept û bihayên bilind ên gelê Kurdistanê li lêborîn, tebayî, pêkvejiyan, mirovdostî, jiyandostî ku morikên diyar û berçaw a civaka Êzidî ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Em dê her hewlekê bidin û li ser karkirina bo parêzgehkirina Şingalê berdewam bin. Em li gel Iraq û civaka navdelewtî kar dikin û hevkar û hemaheng dibin bo ku careke din karesat bi ser Êzidiyan û ti pêkhateyeke din de neyê. Em daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dikin, xwîşk û birayên me yên Êzidî qerebû bike, terorîst û tawanbarên komelkujiyê bigihîne cezayê yasayî.”

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi rêkeftina derbarê Şingalê de jî kir û got, “Em daxwaz dikin dawîn rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê bê cîbicîkirin û hikûmeta federal pêngavên ciddî biavêje ku xizmeta aramî, asayiş û avedankirina navçeyê û vegera koçberan bike. Di vî warî de em daxwaz dikin Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî hevkar û alîkar bin.”

Di gotara Serokê Herêma Kurdistanê de hat aşkerekirin, “Heta niha ji 6 hezar û 417 xwîşk û birayên Êzidiyên revandî, 3 hezar û 543 hatine rizgarkirin û 2 hezar û 874 jî mane. We piştrast dikin ku em dê li ser hewlên bo rizgarkirin û aşkerekirina çarenivîsa hemû revandiyan berdewam dibin û ti car dest jê bernadin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de ragihand, “bi rêz û pêzanîn rola cenabê Serok Mesûd Barzanî û wan pêşmergeyên qehreman bibîr tînin ku li jêr fermandariya cenabê wî de, Şingal û derdora wê azad kirin û bi sedan Pêşmer ji bo can bexşand û ber ketin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya UNITAD a bi serokatiya Kerîm Xan kir “bo hemû wan karên li ser dosyeya qurbaniyên Êzidî dikin, bi taybet jî di keysa rûfatên van qurbaniyan û nasîna wan.” Herwiha Nêçîrvan Barzanî destxweşî “lihevkarî û hemahengiya di navbera alien peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser vê keysê dikin.”

Zêdetir bixwîne

11:22

Wekîlê Mîrê Êzidiyan: Hikûmeta Iraqê bi karê xwe ranebûye

Wekîlê Mîrê Êzidiyan Herman Mîrza Beg
Wekîlê Mîrê Êzidiyan Herman Mîrza Beg

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Mîrê Êzidiyan Herman Mîrza Beg beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa proseya vegerandina wan rûfatên Kurdên Êzidî kir ku di êrişa DAIŞê de hatibûn komelkujkirin.

Herman Mîrza Beg dibêje, Hikûmeta Iraqê bi rêk û pêkî bi karê xwe ranebûye û got, “Ew kesên zilm lê hat kirin, di mirina xwe de jî zilm lê hat kirin.”

Wekîlê Mîrê Êzidiyan herwiha dibêje, Hikûmeta Iraqê bêyî agahdariya wan  û bêyî ku bi rêk û pêk be “wan ev kar li gor xwe kirine, ev jî zilmek e li Êzidiyan. Bo nûnertiya Mîrê Êzidiyan ti kes di merasîmê de amade nebûye û wek rêzgirtinek xelkê me di merasîmê de cih digire.”

 Li gundê Koço îro rûfatên 104 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn, komelkujkirin, bi axê tên spartin. 

Zêdetir bixwîne

10:32

Rûfatên 104 Kurdên Êzidî gihiştin Şingalê û li Gundê Koço tên veşartin

Rûfatên 104 Kurdên Êzidî yên gundê Koço ji Bexdayê ve gihiştin gundê Koço
Rûfatên 104 Kurdên Êzidî yên gundê Koço ji Bexdayê ve gihiştin gundê Koço

Hewlêr (Rûdaw) - Rûfatên 104 Kurdên Êzidî yên gundê Koço ji Bexdayê ve gihiştin gundê Koço yê Şingalê û îro roja Şemiyê 6ê Sibatê di merasimeke ferMî de tên veşartin.

Di merasima veşartina rûfatên wan şehîdên Kurdên Êzidî de, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerê Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê, Nûnera Netewên Yekgirtî, nûneratiya welatan, rêxistinên biyanî û nexweyî yên taybet bi cînosaydê amade dibin.

Herwiha malbat û kesûkarên qurbaniyên şerê DAIŞê li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê û malbat û xizmên qurbaniyên Kurdên Êzidî yên gundê Koço di merasimê de amade dibin.

Hemû amadekariyên pêwîst ji bo merasima veşartina rûfatên 104 Kurdên Êzidî hatine temamkirin. Weke beşek ji amadekariyên merasimê, hejmarek serbazên artêşa Iraqê jî rahênanê kirin bo pêşwaziya li rûfatan û bi ax spartina wan.

Cihê ku bo veşartina wan rûfatan weke goristan hatiye dabînkirin,  pêş sala 2014ê cihê merasimên ahengan bûye û li wê derê 517 gor ji bo rûfatên Kurdên Êzidî hatine amadekirin.

Malbat û kesûkarên qurbaniyan zêdetirî salekê ye ku li benda encama pişkinîna DNA a terman bûn.

Wekîlê Mîrê Êzidiyan Herman Mîrza Beg beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa proseya vegerandina wan rûfatên Kurdên Êzidî kir ku di êrişa DAIŞê de hatibûn komelkujkirin.

Herman Mîrza Beg dibêje, Hikûmeta Iraqê bi rêk û pêkî bi karê xwe ranebûye û got, “Ew kesên zilm lê hat kirin, di mirina xwe de jî zilm lê hat kirin.”

Wekîlê Mîrê Êzidiyan herwiha dibêje, Hikûmeta Iraqê bêyî agahdariya wan  û bêyî ku bi rêk û pêk be “wan ev kar li gor xwe kirine, ev jî zilmek e li Êzidiyan. Bo nûnertiya Mîrê Êzidiyan ti kes di merasîmê de amade nebûye û wek rêzgirtinek xelkê me di merasîmê de cih digire.”

 

 

Li aliyên din kesûkarên derdora 2 hezar Kurdên Êzidî çaverê ne ew gorên din ên bikom jî bên vekirin.

 

 

Koço gundekî Kurdên Êzidî ye li sînorê qezaya Şingalê ku 23 km ji başûrê rojavayê Şingalê ve dûr e. Koço herwiha gundê Nadya Murad, rizgarbûya destê DAIŞê û wergira Xelata Nobel a Aştiyê ye.

 

 

Di 3ê Tebaxa 2014an de ku DAIŞê êrişî Şingalê û Başûrê Kurdistanê kir, hejmareke zêde ji xelkê gundê Koço ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin. Di wê êrişa DAIŞê de nêzîkî 520 mêr û 510 jin bi destê çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin an jî hatin bêserûşûnkirin.

Zêdetir bixwîne