Nêçîrvan Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchenê hat vexwandin

06-02-2020
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji bo 56mîn gera Konferansa Asayişê ya Munchenê hate vexwendin, ku ji 14 heta 16ê Sibata 2020an li Munchenê birêve diçe.

Îsal 56mîn Konferansa Asayişê ya Munchenê tê lidarxistin. Careke din, Munchen dibe navenda dîplomasî ya navdewletî, û serkirdeyên cîhanê û kesayetiyên akadîmisyen û rêxistinên civaka sivîl bi hev re li konferansa salane ya ssayişê li bajarê Munchenê dicivîne.

Di konferansê de, li kêleka gotûbêjkirina gelek pirsên sereke yên girêdayî asayişa cîhanê, hevdem bi dehan dîdar û civîn li perawêza konferansê birêve diçin.

Biryar e di konferansa îsal de, li kêleka kêşeyên berdewam ên asayişê, hevdem behsa nîgeraniyên paşerojê bê kirin, bi taybetî jî ku teknolojya di pêşketinê de berdewam e, guhdana konferansa îsal jî bêhtir dê bi vê mijarê be.

Berevanî û siyaseta asayişê, ewlehiya elektronî û gefên teknolojyayê, asayişa mirovayetî, aborî û çavkaniyên asayişê û herwiha asayişa derveyî sînorên welatan, babetên sereke yên Konferansa Asayişê ya Munchenê pêk tînin.

Berê jî Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî kiribû û li perawêza konferansê ligel berpirsên bilind ên welatan civiyanû.

Sala 2018an di demekê de ku hêj dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam bûn, Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê beşdarî di konferansa Munchenê de kir û li wê derê ligel serokwezîrê wê demê yê Iraqê civiya û wan li ser çareserkirina aştiyane ya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

Salane konferansa asayişê ya Munchenê raporteke taybet bi pirsa asayişa cîhanê amade dike û raport çend rojan berî destpêkirina konferansê tê belavkirin. Biryar e roja Duşema bê raporta îsal jî bê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst