Li Şingalê xortekî Kurdê Ezdî hat kuştin

06-02-2018
RÛDAW
Nîşan Merwan Murad Şingal YPŞ PKK
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Li nehya Sinûnê ya ser bi qezaya Şingalê teqe li du birayan hat kirin, yekî ji wan canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû. Herdu jî endamên Yekîtiya Parastina Şingalê (YPŞ) ne ku nêzîkê PKKê ne. Merivên qurbaniyan îdîa dikin ku PKKê teqe li wan kiriye û PKK jî vê yekê red dike.


Roja Duşemê (05.02.2018) li ser rêya navbera gundê Dihola û Dugirê yên sînorê nehya Sinûnê ser bi qezaya Şingalê, teqe li du xortên Kurd ên Êzdî hat kirin. Herdu xort bira ne û endamên partiyên nêzîkê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne. Di encam de xortê ni nave Merwan Murad (17) canê xwe ji dest da û birayê din Berzan Murad birîndar bû.”


Kurapê xortan Cirdo Hecî, derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku nêzîka 20 roj dibe Barzan ligel partiyên ser bi PKKê peywendî daniye û yek ji wan endamê YPŞê bû, yê din jî endamê Asayîşa Êzîdxanê ya ser bi PKKê bû.


Cirdo Hecî wiha axifî: “Ew poşman bûbûn û dixwestin vegerin, lê hêzên YPŞê teqe li wan kirine û yekî ji wan canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû. Herwiha piştî teqekirinê hêzên ser bi PKKê termê kesê kuştî birine Sûriyê û birîndar jî niha li Nexweşxaneya Tilefer e.”


Derheqê heman bûyerê de Berpirsê Asayîşa Êzîdxanê Xebat Şingalî ji Rûdawê re got: “Bûyer ne bi qest bûye, lê bi şaşî teqe hatiye kirin. Ên teqe kirine û yên teqe li wan hatiye kirin, herdu alî jî endamê YPŞê ne, sedema teqekirinê leyistika bi çekê bûye.”


Rêveberê Nehya Sinûnê Xurêda Cukê, ku ser bi Heşda Şabî ye, ji Rûdawê re wiha axifî: “Yên ku teqe kirine û yên din herdu alî ser bi hêzên PKKê ne û pirsgirêka wan a navxwe ye. Me dest bi lêkolînê kiriye û yek ji wan kesên teqe kiriye li ba asayîşa PKKê desteserkirî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst