Oxfam: Bi hezaran kes li ser sînor mane asê

Navenda Nûçeyan: Rêxistina Alîkariyê ya Brîtanî Oxfam, ragihand ku ji ber êrîşên ser Efrînê zêdeyî pênc hezar sivîl li ser sînorê Tirkiyê mane asê û ji bo derbasbûnê jî çekdarên ser bi Opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye hevkariya wan dike, pereyan ji xelkê distînin.


Li gor Oxfamê, niştecihên Efrînê û ew koçberên li navçeyê dijîn di navbera aliyên şerker de mane asê û nema dizanin çi bikin. Oxfamê bi daxwiyaniyeke nivîskî ragihandiye ku xelkê Efrînê û koçberên li herêmê dijîn ji bo parastina jiyana xwe û peydakirina pêdiviyên tendirûstî di navbera aliyên şerker de mane asê.


Rêxistina navbirî, balê dikşîne ser axaftina Hevserokê Encûmena Tendirûstî ya Efrînê ku gotibû; heta niha di şer de zêdeyî 140 sivîlan canê xwe ji dest dane û 130 kesên din jî birîndar bûne.


Di daxwiyaniya Oxfamê de tê gotin ku şer bandoreke zêde li jiyana xelkê dike û heta niha zêdeyî 5 hezar kes ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê koçber bûne. Li gor zanyariyên Oxfamê, rêyên derketina ji Efrînê hatine girtin û vêna jî wiha kiriye xelk nizane bi ku ve biçe.


Daxwiyaniya Oxfamê wiha tê gotin: “Malbatên dixwazin bajêr bicîh bihêlin, divê li beramber derxistina her otomobîlekê 100 dolarî bidin “grûbên çekdar” û evna jî pereyekî zêde ye bo malbatan.”


Li gor hinek çavkaniyên xwecihî, di dema şer de hejmarek qeçaxçî peyda bûne û li beramber veguhstina xelkê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pereyan werdigirin.