Duhok (Rûdaw) – Ciwan xelka Duhokê ye û tawana wê tenê ew e ku “nêremok” e. Ew dibêje birayên wê gelek êşkence lê kirine, sal û nîvekê ew di malê de heps kirine. Herwiha carekê jî ew birine derveyî bajêr û bi zîndî binaxkirine lê dayika wê gihiştiye hawara wê.
Di beşa rêgez a nasnameya Ciwan de nivisiye “nêr” lê ew nêremûk e. Ew bi xwe jî dibêje, “rêgeza min zêdetir mê ye û ez keçik im.
Bi zorê şandine dibistana kuran
Ciwan niha ji ber tirsa êşkenceya birayên xwe reviye Stenbolê û li wir dijî. Ciwanê ji Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe kir û got; “Di pola duyemîn a dibistana navendî de min hest pê kir, ku ez ne kur im. Lê nehiştin ez herim dibistana keçikan. Lewma ez ne çar bûm herim nav kuran. Jiyana min a dibistanê pir nexweş bû. Min pola duyê xilas nekir û ji ber guvaşa birayên xwe min dest ji xwendinê berda.”
Di nasnameyê de navê wî Ciwan e û ev nav piranî yê kuran e. Lê ew hez dike navê wê her Ciwan bimîne. Ew dibêje serûçavên keçikbûnê jî ji bo wê bûye pirsgirêkek mezin. Gelek caran dema di xalên kontrola nasnameyan de polîsan li nasnameya wê mêze kirine, ku nivîsiye nêr lê rengê jinan daye. Ji lewra ev yek jê re bûye pirsgirêk û gotine nasnameya te sexte ye.
Ciwan ti caran reftarên xirap, bi sivikkirin, tundûtîjî û êşkenceya ji destê çar birayên xwe ji bîr nake û dibêje; “Gelek caran birayên min digotin çima riyê xwe tiraş nakî? Min jî digot mû di rûyê min de nîne. Wan bi zorê dixwestin ez jilêtê li rûyê xwe bidim.”
Singa xwe girê dida
Tenê kesek hevsoza Ciwanê bûye, ew jî dayika wê bûye. Ciwan dibêje ew di mal de gelek bêzar dibû, lewma dayika wê ew şandiye gel mamekî wê û di xwaringehê de kar kiriye.
Ciwan ku niha 28 salî ye, wiha behsa çîroka xwe dike:
“Di xwaringeha mamê xwe de ji 6ê sibê heta 9ê şev min kar dikir. Qaşo divêya rojane jî 25 hezar dînaran werbigrim lê min du salan kar kir û dînarek jî nedane min. Ji ber ku birayên min pere werdigirtin. Birayên min hertim axaftinên nexweş ji min re digotin, dijûn didan. Min dest ji karê xwaringehê berda û çûme otêlekî. Li wir min cil dişûştin. Min cilê kuran berdikir û memkên xwe girêdida da ku diyar nebin.”
Hezkirinê jiyana wê kiriye dojeh
Beriya ku Ciwan serê xwe hilde û carekê de ji Kurdistanê derbikeve, gencekî nas dike. Bi gotina wê ev genc kesekî rewşendbîr bûye lê birayên wê li vê pêwendiya wê hesiyan e û bi vî awayî dojeha jiyanê dest pê kiriye.
Ciwan dibêje; “Roja ku pê hesiyan peywendiya min li gel gencekî heye, min ne zanî ka çi çêbûye. Her çar birayên min ez birim odeyekê, hemû gotinên nexweş ji min re gotin û li min dan. Hemû canê min di nav xwînê de ma. Xwestin bi kêr memkên min bibrin. Dixwestin min bikujin. Paşî demançe û keleşên xwe rakirin, ez xistime nav otomobîlê. Birayekî min demance xiste tenişta min û got, eger di xalên kontrolê de biaxivî ezê te bikujim. Ji tirsan min newêriya biaxivim.”
Ciwan dibêje birayên wê ew birine nav reza bapîrê wê û wiha berdewam dike;
“Tê bîra min, şeva sêşemê bû. Şevekî pir sar bû. Çalek kolandin û herdu destê min ji pişt ve girêdan û lingên min jî girêdan. Paşî ez bi zîndî xistime nav çalê û ax avêtine ser min. Tenê serê min ji derve mabû. Piştre sê berên mezin anîn û danîne ser çalê.”
Li gorî gotina Ciwan wî gelek lawa û rica ji birayên xwe kiriye lê biryani guh nedaye wê û wiha pêde diçe:
“Beriya du hefteyan zarokekê birayekî min ji dayik bibû. Min hawar kir, ji bo xatirê Xwedê, bidin xatirê wê zarokê biçûk, guleyekî li min bidin û min bikûjin, ez jî xilaqs bibim. Min nehêlin nav vê êşê de. Lê wan bersiv nedane min. Ez hêliştime nav çalê de û çûn.”
Çawa rizgar dibe?
Ciwan dibêje heta dawiya temenê xwe wê şevê ji bîr nake. Bi dengê ajalên kovî tirsiyaye û ji ber sermayê û êşa li ser canê wê, êdî hest bi lebatên bedena xwe nekiriye.
Ciwan ji demjimêr 12.00ê şevê heta 11.00ê nîvroya roja dotir di nav çalê de dimîne. Ew wiha behsa çîroka rizgarbûna xwe dike:
“Wê şevê dayika min li mala xwîşkekê min mabû. Roja din dayika min tê malê û temaşe dike ez ne li mal im. Li ser vê yekê gefan li bavê min dixwe û dibêje, heta du saetên din hûn ciwan bo min neynin ezê herim mala bavê xwe û xwe bikûjim. Ji ber vê gefê bavê min ji birayê min dixwaze min bînin. Nîvro bû. Dayika min li gel birayê min hatine ser çalê. Dema dayika min bi wî awayî ez dîtim li ser hişê xwe ve çû. Paşî ez ji çalê derxistim û birime malê.”
Ciwan dibêje ji ber wê şevê dest û lingên wê xilisîn, werimîn lê ji tirsa polîsan birayên wê ew nebirine nexweşxaneyê. Li gorî gotina wî heta 14 rojan jî destê wî ti tiştek negirtiye û çermê wê jî weke yê ajalan bûye.
Sal û nîvek tê hepskirin
Li ser van halan û bi tevê van êşkenceyan jî birayên wê dest jê bernadin.
Ciwan dibêje; “Piştî vê bûyerê nehiştin ez derkevim derveyî mal. Telefon li min qedexekirin. Min nedikarî temaşeyê televîzyonê jî bikim. Dema dayika min ne li male ba dijûn didan min. Carekê dayka min çû taziyeyekî gund. Çileya havînê bû. Ez birim jêrzemînê û sobe hilkirin da ku ez êşê bikişînim.”
Bi gotina wê, birayên wê sal û nîvekê ew di male de heps kirine. Piştre çîroka heskirina xwe ji dayika xwe re dibêje û herwiha ji dayika xwe re dibêje ew dixwaze derkeve derveyî welat.
Ji malê direve
Ciwan bi alîkariya hevalekî xwe ji mal direve û diçe navçeya Soranê. Ji wir derbasî Vegera Bakûrê Kurdistanê dibe û paşî xwe digihîne bajarê Stenbolê.
Ciwan dibêje; “Li Stenbolê min xwe gihande Neteweyên Yekgirtî. Min çîroka xwe ji wan re got, kêm mabû dîn bibin.”
Dosyeya Ciwan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pesendkirin û ew hildane bin parastinê. Biryar e di meha Gûlana îsal jî bişînin Awûstralyayê. Li wir dê neştergerî jê re bê kirin û rêgeza wê bibe mê.
Ciwan diyar dike, ku armanca wê ew e vê çîroka xwe ji Rûdwê re vebêje û wêneyên xwe bişîne da ku ti kesekê din weke wê li Kurdistanê nebe qurbanê gerdîş û dabûnerîtên wiha. Herwiha yasa hebin da ku berevaniyê li kesên mîna wê bikin.
Di wêneyên Ciwan de cihên êşkenceyê hê jî diyar in. Ew bi xwe jî razî ye, ku wêneyên wê bên parvekirin. Lê em belavkirina van wêneyan guncaw nabînin.
Dikare rêgeza xwe biguhere
Li ser nasnameya Ciwan nivîsiye “nêr”. Dadwerê Dadgeha Duhokê Ehmed Kîkî dibêje, kê bixwaze dikare di nasnameya xwe de rêgeza xwe biguhere.
Kîkî dibêje; “Gilîkar dikare giliya xwe bibe gel Dadgeha Şaristaniyê û daxwaza guhertina rêgeza xwe bike. Dadgeh raporên pizîşkî dinere û eger piştrast be vê biryarê erê dike.”
Pisporê neştergeriyên mîzdankê li Duhokê Dr. Kamûran Celaledîn jî dibêje, ku her meh rewşên wiha yên nêremûkan tên gel wan lê ew nikarin li Duhokê neştergeriya hemûyan bikin.
Li gorî gotina Dr. Kamûran Celaledîn heta niha rêgezê 9 kesan guhertine û ji mê kirine nêr û dibêje; “Beriya niha kesên 16 salî mezintir dianîne gel me da ku neştergeriyê bikin. Lê niha dayik û bav zêdetir hişyar bûne û zarokên xwe zûtir tînin gel me.”
Ol çi dibêje?
Maleyê diyar ê bajarê Duhokê Îsmaîl Sêgirî dide xuyakirin, ku ew kesên bi çavekî kêm temaşeyî kesên mîna Ciwan dikin gunehbar in û dibêje; “Weke hemû kesên nexweş divê malbat bi hestiyarî ligel van kesan bidin û bistînin.
Îsmaîl Sêgirî diyar dike, ku eger ew kesê nêremûk zêdeti hest bike mê ye û dixtor di dema neştergeriyê de wan bike nêr, hingî ev yek heram dibe û dibe gunehbar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse