Wezîrekî îsraîlî ji bo ku bigrî pîvaz bi kar anî

Navenda Nûçeyan – Vîdeoyeke Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Îsraîlê derket holê ku di kampanyaya hilbijartinê de ji bo ku bigrî, pîvaz daniye ber çavên xwe.

 

Li Îsraîlê vîdeoyekê li ser televîzyona “Kanal 2”yê hatiye belavkirin, ku serokê Partiya Şas Aryeh Derî di vîdeoyê de ji bo ku bigrî pîvazê dixwaze û dide ber çavên xwe.

 

Tevî hewldanên xwe Derî nikare bigirî û dibêje “min nekarî.” Dîmena ku alîkarê wî jê re pîvaz tîne, bala mirov dikşîne.

 

Hat diyarkirin ku Wezîrê Navxweyî yê Îsraîlê hewl daye di dîmenên ku ji bo kampanyaya hilbijartinê amade dikir de, ji bo serokê berê yê partiya xwe Xaxam Ovadia Yûsif bigrî û hêsiran bibarîne.

 

Derî piştî Xaxam Yûsif serokatiya Partiya Şas wergirtiye.