PAKURD: Divê pêvajoyek nû dest pê bike

06-02-2016
RÛDAW
Îbrahîm Xelîl Baran
Îbrahîm Xelîl Baran
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Serokê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Xelîl Baran ragihand, Tirkiyê mafên kurdan û welatê wan zeft kiriye û divê bide.

Îro li bajarê Amedê 6 partiyên siyasî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur, Partiya Azadî û Soyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Kurdistanî (PAKURD), li hev civiyan.

Derheqê civînê de, Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, ji Rûdawê re got, qesta me ew e ku em bêjin pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin, divê mafên bingehîn ên gelê kurd bên dayîn her wiha statûya siyasî ya Kurdsitanê jî were qebûlkirin.

Îbrahîm Xelîl Baran diyar kir ku Tirkiyê mafên gelê kurd û welatê wan zeft kiriye ji ber wê jî divê ev maf bên dayîn.

Wî siyasetmedarê Bakurî anî ziman ku divê pêvajoyek nû dest pê bike û hemû partî û hêzên kurdî tevlî bibin, her wiha garantoreke navdewletî jî hebe ji bo çavdêriyê.

Serokê PAKURDê da zanîn, ew dixwazin piştî konferansê bi PKK, HDP, dewleta Tirkiyê, NY û Yekitiya Ewropayê re jî rûnên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst