Sektora geştyariyê ya Herêma Kurdistanê: ‘Serê salê piraniya otelan girtî bûn’

Duh li 09:24
RÛDAW
Nîşan Geştiyariya Herêma Kurdistanê Geştiyarî Aboriya Herêma Kurdistanê Li Gel Renc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fokusa bernameya vê carê ya Li Gel Rencê sektora geştyariyê ya Herêma Kurdistanê bû.

Nûnerên sektora geştyariyê diyar kir ku hejmara geştyaran di serê salê de ji sedî 50 kêm bûye ê lê nûnerên hikûmet jî dibêjin rewşa geştyariyê baş e.

Xala sereke ya bernameyê kêmbûna hejmara geştyaran a li Herêma Kurdistanê bû.

Bûyerên ewlehî û siyasî, her wiha dema dewama dibistanan wisa kiriye ku hatina geştyaran a Herêma Kurdistanê kêm bibe.

Kompanyayên geştyariyê yên Bexdayê, di hefteyekê de du caran bi otobusên tijî tên Herêma Kurdistanê.

Kompanya ji bo mayîna pênc rojan ji her geştyarekî 99 hezar dînarên Îraqî distînin.

Osman Qasim, xwediyê kompanyayeke geştyariyê ye li Bexdayê. Osman Qasim bi rêya Rûdawê xwest ku ji aliyê Nişîngeha Hewlêrê ve hêsankarî ji wan re bê kirin.

Osman Qasim da zanîn ku geştyar ji Hewlêrê hez dikin û wiha got:

"Xelk ji Hewlêrê hez dike û hewaya wê xweştir xuya dike, berevajî Dihok û Silêmaniyê xelk li Hewlêrê xwe xerîb hîs nake.”

“Di serê salê de ji sedî 90ê otêlên Dihokê girtî bûn”

Îhsan Îsa, Serokê Komeleya Otel û Navendên Geştyariyê yên Dihokê jî mêvanekî din ê bernameyê bû.

Îhsan Îsa behsa hejmara kêm a geştyaran kir û wiha got:

"Geştyarên zêde nehatibûn Dihokê, me cihê hewandina 15 hezar kesan heye lê hejmara geştiyaran negihîşt du hezar kesî."

Îhsan Îsa di navbera hejmara geştyarên sala borî re berawirdiyek kir û wiha got:

“Hejmara geştyaran bi ji sedî 13 kêm bûye û pênc sal in bi ber bi çav rêje di daketinê de ye.”

Serokê Komeleyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa xirab a geştyariyê ya parêzgeha Dihokê kir û got:

“Li serê salê ji sedî 90ê otelên Dihokê girtî bûn. Me li wê parêzgehê 153 otel û motel hene, ez dikarim bibêjim 140 ji wan girtî bûn.”

Li aliyê din, Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku sala par nêzîkî 8 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Desteyê da zanîn ku ew pêşbînî dikin ku di sala 2025an hejmara geştyaran 8 milyonan derbas bike."

Li gorî desteyê, li Herêma Kurdistanê hezar û 100 cihên geştyariyê hene.

Sala 2021ê 4 milyon û 189 hezar, sala 2022yan 6 milyon û 350 hezar û sala 2023yan jî 7 milyon û 279 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê.

“Hejmar ne rast in”

Îhsan Îsa diyar kir ku ew hejmar ne rast in û wiha berdewam kir:

"Ez ji reklaman bawer nakim. Ew hejmar hemû tên zêdekirin. Hat pêşbînîkirin ku dê 40 hezar geştyar werin Dihokê lê tenê 2 hezar kesan serdana wê kir.

Par gotin 56 hezar geştyar çûne Dihokê lê 4 hezar jî lê tunebûn. Ya ku di rastiyê de heye, ne ew e ku medya behsa wê dike.

Nabe ku ez ji bo kar û miameleyeke yek saetî biçim cihekî û wekî geştyar bêm hesibandin.

Eger salê 7 milyon geştyar werin Kurdistanê dê ti pêdiviya me bi petrol û sektorên din nebe, ev hejmar ne rast in.

Her kesê ku di xalên kontrolê re derbas dibe, wekî geştyar tê hesibandin."

Îhsan di berdewamiya axaftina xwe de li ser zerara darayî û kêmbûnê otelan jî de wiha got:

"Mehane 4 milyar dînar zerar heye. Di sektora geştyariyê ya Dihokê de 13 hezar karker û karmend kar dikin."

“Xwezaya Herêma Kurdistanê ji ya Holendayê dewlemendtir e”

Mamosteyê Beşa Geştyariyê ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê Dr. Aram Îzedîn jî mêvanekî din ê bernameya bû.

Dr. Aram sektora geştyariyê ji bo du aliyan "xwezayî û mirovî" dabeş kir û got, "Em kêfxweş in ku Xwedê aliyê xwezayî daye me û gelek tiştên me hene ku welatên din nînin."

Akademîsyen Dr. Aram her wiha berawirdî di navbera xwezaya Holenda û Herêma Kurdistanê de kir û got:

"Li Holendayê kevirekî gelekî mezin heye. Her dem dema mêvanek were tenê ew kevirê wan heye ku nîşanî bidin û gelekî şanaziyê pê dikin.

Lewma divê em gelekî kêfxweş bin ku ev xwezaya me heye.

Ya din ku pêk nehatiye û tune, divê em bi xwe çêbikin. Em spasdar in ku aliyê me yê xwezayî heye lê aliyê me yê mirovî kêm e."

“Reklama pêwîst nayê kirin”

Birêveberê Giştî yê Şûnwariya Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa mêvanekî din ê bernameyê bû.

Li gorî gotina Keyfî Mistefa berê 2 hezar û 300 cihên şûnwarî hebûn, niha gihiştine 6 hezar cihên şûnwarî.

Keyfî Mistefa di wê baweriyê de ye ku yek ji sedemên kêmbûna hejmara geştyaran nebûna bazarê û reklama kêm e.

Birêveberê Giştî yê Şûnwariya Herêma Kurdistanê behsa rewşa geştyariyê kir û wiha berdewam kir:

“Pêwîst e ji bo cihên geştyarî û şûnwarî yên Herêma Kurdistanê reklam bê kirin û pêwîst e têkiliyeke gelek baş di navbera her du beşên geştyarî û şûnwarî de hebe û birêvebiriyeke baş a wan hebe.”

Li aliyê din, pisporê geştyariyê Hoşyar Derbendî li ser rewşa dawî ya geştyariyê wiha got:

"Yên ku di beşa şûnwariyê de dixebitin di bazarkirina elektronîk de gelekî lawaz in û reklama pêwîst ji bo cihan nayê kirin.

Keleha Hewlêrê tekane cih e ku di lîsteya Neteweyên Yekbûyî de ye lê li ser Lalişê bêdeng in û li Amêdiyê jî mizgefta (Perestgeha) me ya 5 hezar salî heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst