Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê malbatek 123 sal in bi rêbazên berê helawa tehînê çêdike.
Malbata Orenan 123 sal in bi heman rêbaza berê ya bav û kalan helawa tehînê hildiberîne.
Bapîrê vê malbatê di arşîvên Osmaniyan yên bazirganî yên sala 1902yan de navê wekî çêkerê helawê heye.
Husamettin Orenê 61 salî yê ku 50 sal in pîşeyê bav û kalên xwe didomîne, niha jî kur û neviyê xwe fêr dike.
“Me zêde girîngî neda makîneyan”
Xwediyê kargeha helawê Husamettin Oren diyar kir ku ew girîngiyeke zêde nadin makîneyan û got:
“Em wekî nifşê sêyemîn berdewam dikin, zarok û neviyên min jî fêr bûne.
Heta ji destê me tê em pîşeya xwe bi kalîteya herî baş dikin.
Me zêde girîngî neda makîneyan. Em bi destan çêdikin. Tama wê gelekî xweş e û tê ecibandin.”
Helawa ku bi kunciyên xwemalî tê çêkirin ji kiryaran eleqeyeke zêde dibîne.
Şêniyê bi navê Muhammet Yusuf Oren li ser helawa Sêrtê wiha got:
“Em bi hevalan re ji Êlihê hatin. Li Sêrtê çend karên me hebûn.
Em hatin sûka kevn a Sêrtê. Me got em tehîn û helawê bikirin.
Bi salan e em bi kar tînin. Em gelekî jê razî ne. Em ji bav û kalan ve dixwin. Me ev nav ji wan bihîstibû.”
Helawa tehînê piştî tê paketkirin dişînin derveyî Sêrtê bajarên wekî Wan, Bedlîs, Mûş, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê.
Her wiha li ser daxwazê ji Sêrtiyên li Stenbolê re jî tê şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse