WAN - Li Miksê hinek dibistan îro girtî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistana li dibistanên ku xwendekar bi serwîsan diçin wan dibistan îro nînin.
Qeymeqamiya Miksê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku rewşa hewayê ya neyînî bandor li herêmê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rê ji ber qeşayê qerisîne.
Li gorî daxuyaniyê, hemû dibistanên ku xwendekar bi serwîsan diçin wan dê îro girtî bin û li wan dibistanan perwerde nayê kirin.