Bakurê Kurdistanê: Berfê rêya bi sedan gund û navçeyan girtiye

06-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Gund
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çend roj in li hinek parêzgehên Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Pêla nû ya berfê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike. Rêyên bi sedan gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin.

Li ser rêya sereke ya Agirî-Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber barîna berfê doreke dûr û dirêj a barhilgiran çêbûye.

Rêya sereke ya Colemêrg-Şirnexê jî hatiye girtin.    

Li ser rêya Erdexan-Golanê ji ber berf û pûkê mînîbusa ku 17 kes tê de bûn ji rê derket û qulibî, yek jê giran 9 kes birîndar bûn.

Li Bedlîsê jî derengiya şeva borî otomobîla malbateke 10 kesî di rê de ma.

Tîm bi hewara wan ve çûn û ew rizgar kirin.

Welatiya bi navê Asya Denîzê got:

“Derdora 4 demjimêran bû em di rê de bûn. Berî demjimêrekê me tîm agahdar kirin.

Ew hatin û gihiştin hawara me. Em spasiya wan dikin.”

Berfê navendên bajaran bi rengê spî xemilandiye. Tîmên şaredariyan hewl didin berfa li ser cadeyan pak bikin.

Dikandar jî pêşiya dikanên xwe vedikin.

Tevî bandorên neyînî û astengiyên çûnûhatinê beşeke welatiyan ji barîna wê kêfxweş in.

Welatiyê ji navçeya Kanîreşê ya Çewligê Caner Demîr anî ziman:

“Bi awayekî asayî meha Çiriya Paşînê berf dibariya lê îsal meha Kanûna Paşînê bariya. Me bêriya berfê kiribû.

Berf 6 mehan li Kanîreşê dima lê ez bawer im îsal dê derdora 3 mehan bimîne. Em memnûn in û ji berfê hez dikin.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rojên Şemî û Yekşemê dê li piraniya Bakurê Kurdistanê hewa ewr û bi mij be.

Tê pêşbînîkirin ku li navçeyên bilind barîna berfê berdewam be. Germahî jî bi roj di navbera 0 heta 13 pileyan de diguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst