Semsûr: Malbatên qurbaniyên erdhejê li ber kavilê otelê daxwaza dadê dikin

06-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di erdhejên 6ê Sibatê de 72 kesan di bin Otela Îsîasê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest da.

Li ber kavilê wê otela ku ji zarok û ezîzên wan re bûye gor rondikan dibarînin.

Rûniştina doza kesên ku xemsariya wan di çêkirina otelê de heye li Dadgeha Semsûrê berdewam e.

Roja înê navber hat dayîn û malbatên qurbaniyan li ser kavilê otelê ji bo kesûkarên xwe daxwaza edaletê kirin.

Welatiyê ji Edîrneyê Mehmet Tabarli got:

“Her yekî ji me li vê derê canek da. Zarokên me li vê derê mirin. Em di roja sêyem a dozê de ne û doz hîn berdewam e. Em vî karî dişopînin û dest jê bernadin.

Derbarê vê avahiyê de çi xwediyê wê, çi kur û bûka xwediyê wê, kî hebe ku ji vê avahiyê dahat bi dest xistibe em ji wan dozdar in û em dixwazin ew cezayên herî giran wergirin. Baweriya me bi dadê heye.”

Di doza otelê de 5 ji wan girtî bi giştî 11 kes tên darizandin. Malbatên qurbaniyan ji bo rûniştina dozê ji bajarên cuda hatin Semsûrê.

Bi her hatinekê jî êş û azarên wan kûrtir dibin. Ji ber wê dixwazin doz di dem kurt de bigihe encamekê.

Welatiya bi navê Îrem Aydogduyê jî anî ziman:

“Cara duyem hatina Semsûrê ji me re wekî travmayeke duyem e. Em dixwazin hemû kes cezayê wergirin. Em ji bo hemûyan cezayê heta hetayê yê girtîgehê dixwazin.”

Di erdhejên 6ê Sibatê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da û bi deh hezaran avahî hilweşiyan.

Li gorî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê piştî erdhejê derbarê hezar û 757 kesan de ji ber xemsariya di çêkirina wan avahiyan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

351 kes ji wan hatine girtin ku ji belênder (miteahît), berpirs û xwediyên avahiyan pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst