Li Rihayê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, tîmên girêdayî Rêveberiya Şaxa Îstîxbaratê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê li ser zanyariyên bi dest xistine li navnîşanekê operasyonek pêk aniye.

Di encama operasyonê de kesek û xwediyê malê hatin desteserkirin.

Hat îdîakirin ku kesê hatiye desteserkirin "endamê PKKyê" bûye û xwediyê malê jî bi hinceta "piştgiriya PKKyê" hatiye desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her du kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya bajêr.