Wezareta Parastina Tirkiyeyê: Me 15 hedef bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan îro 15 çeperên PKKyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî operesyonên li Herêma Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê fermî yê medayaya civakî daxuyanî da.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêmên Metîna, Gare, Xakurkê, Qendîl û Asosê êrişên esmanî hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, îro 15 çeperên PKKyê hatine bombebarankirin.

Li aliyê din, nûçegihanê Rûdawê ji Raperînê ragihand ku bombebaran dûrî gundan bûye û ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha, li geliyê Baleyanê ya navçeya Çomana Hewlêrê çend vîdeoyên din ji Rûdawê re hatin şandin û tê de diyar dibe gundê Wesanê tê bombebarankirin.

Gundê navçeya Mawatê ya Silêmaniyê jî saet 17:30an, ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

Qaymeqamê Mawatê Kamran Hesen derbarê bombebaranê de ji Rûdawê re axivî.

Li gorî agahiyên Qaymeqamê Mewatê, gundê Galalê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.

Kamran Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku Zincîra Çiyayê Asosê ku dikeve navbera gundê Qeladizê û gundê Gelaleyê gelek caran dibe armanca firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê.

PKKyê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.