YPJyê du zarok vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê, du zarokên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ve hatibûn birin, hatin vegerandin.

Li Rûdawê nûçeya birina du zarokên bi navên Mîrav û Sêmêlê ji aliyê YPJê ve 2yê Kanûna Pêşîna 2023yan hatibû belavkirin.

Nûçeya vegerandina Mîrvana 15 salî di 1ê vê mehê de hatibû belavkirin.

Îro jî hat zanîn ku Sêmêla 14 salî jî hatiye vegerandin.

Malbatên wan her du zarokan spasiya Rûdaw û kesên ku ew vegerandine kirin.