Li Kobaniyê di navbera xelkê du gundan de pevçûn derket

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kobanî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê du gundên bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekan pev çûn.

Xelkê gundên  Taşlûg û Hemamkê bi klaşnîkovan li hember hev derketin û şerê hev kir.

Berî 60 salî di navbera wan de, ji ber 18 hektar zevî şer hebû.

Piştî ewqas sal dema ku aliyek ji wan diçe hinek zeviyên aliyê din cot dike, dîsa pevçûn derdikeve.

Xelkê her du gundan li hemberî hev cebheya şer vedikin û şerekî giran dest pê dike.

Ji her du aliyan hinek kes ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst