Li Erdexanê banê êzingdankê hilweşiya: Jinek di bin de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Duxurê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde banê êzingdankê hilweşiya, jinek di bin de ma û canê xwe ji dest da.

Li taxa Çermîkê ya navçeya Duxurê ya Erdexanê jineke bi navê Saltanat Kurşuna 54 salî di bin banê êzingdanka xwe de ma û canê xwe ji dest da.

Saltanat Kurşuna ku ji bo sobeyê pê xe çû beşa malê ya ku wek êzingdank dihat bikaranîn daran bîne, banê êzingdankê bi ser de diherife.

Li gorî agahiyan ji ber berfa zêde banê êzingdankê hatiye xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Saltanat Kurşun ji bin banê herifî hat derxistin û tîman bi ambulansê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Duxurê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkî jî Saltanat Kurşunl li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.