Çiyayê Qendîlê hat bombebarankirin

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Qendîlê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dronekê Çiyayê Casûsanê yê Rêzeçiyayên Qendîlê ya li navçeya Jaraweyê ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê bombebaran kir.

Nûçegihanê Rûdawê Ebûbekir Îsmaîl ji Raperînê ragihand ku bombebaran dûrî gundan bûye û ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, piştî bombebaranê ji serê Çiyayê Qendîlê dûman bilind dibe.

Li aliyekî din, li geliyê Baleyanê ya navçeya Çomana Hewlêrê, çend vîdeoyên din ji Rûdawê re hatin şandin û tê de diyar dibe ku gundê Wesanê tê bombebarankirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst