Li Erdexanê qeza: 9 kes birîndar bûn

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek qulibî û 9 kesên tê de birîndar bûn.

Li ser rêya sereke ya navçeya Golanê ya Erdexanê û Qersê doh mînîbusek ji ber berfa zêde ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Golanê.

Parêzgarê Erdexanê Hayrettîn Çîçek çû cihê bûyerê û got:

"17 kes di mînîbusê de bûn, 9 ji wan birîndar in, ji bilî yekî ji wan rewşa birîndarên din baş e û li nexweşxaneyê çareseriyê werdigirin."

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybetî parêzgehên Herêma Serhedê çend roj in pêleke berfê dest pê kiriye.

Berf bandorek neyînî li çûnûhatinê dike û ji ber berfê rêyên bi sedan gund û navçeyan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst