Baroyên Qersê û Rihayê Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar

06-01-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Qersê Baroya Rihayê Xelata Edaletê Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroyên Qersê û Rihayê, Xelata Edaletê ya sala 2022an da Emine Şenyaşar ku 669 roj in li pêş Dadgeha Rihayê "Nobeta Edaletê" digire.

Li navçeya Sirûc a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 669 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.

Malbata Şenyaşar, îro 6ê Çileya 2022an demjimêrên serê sibehê ji Sirûcê çûn ber deriyê Dadgeha Rihayê. Piştre jî Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt û endamên rêveberiya Baroya Qersê ligel Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Serokê Berê yê Baroya Rihayê Velat Îzol, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Halil Oyke û gelek parêzerên din çûn serdana Malbata Şenyaşar.

Fettah Çapkurt ragihand ku ji bo piştevaniya têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar hatine serdanê û weke Baroya Qersê 2ê Çileya 2023an biryar da ku Xelata Edaletê ya sala 2022an bidin Malbata Şenyaşar.

Çapkurt, gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên, “Dewleteke ku edaletê pêk neyînê weke avahiyeke riziyayî neçarî hilweşînê ye” bi bîr xist û got, “Ev gotin, tespîteke rast e. Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ne hewldan an jî gaveke ji bo hilweşandina avahiyê riziyayî ye lê ji bo xurtkirina wê ye. Em ê her tim bi malbatê re bin û heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya dayika Emîne.”

Piştî axaftinê, Çapkurt Xelata Edaletê û peykerê Themîs ku sembola dadê ye diyarî Emîne Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniyê spasiya beşdaran kir û xwest ku kujer bên darizandin.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel got, “Ez spasiyên xwe pêşkeşî dayika Emîne dikim ku bûye sembola lêgerîna edaletê. Herwiha spasiya hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Serokê Baroya Qersê û endamên rêveberiyê dikim ku ti car dayika Emîne bi tenê nehiştin. Em ê ti car dayika Emîne bi tenê nehêlin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst