Li Kobaniyê 40,000 dar tên çandin

06-01-2023
RÛDAW
Li Heêrma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kampanyaya çandina 40 hezar daran destpê kir.
Li Heêrma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kampanyaya çandina 40 hezar daran destpê kir.
Nîşan Rojava Kobanî Çandina Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Jîngehê li Kobanî dest bi kampanyaya çandina 40,000 daran kir.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Giştî ya Jîngehê Arif Balî diyar kir ku armanca wan ji çandina daran zêdekirina rûbera keske li herêmê ye.

Arif Balî got, kampanya di bin navê “Ji Bo Her Malekê Darek” û bi dirûşma “Her Darek Biharek e Bihara Xwe Biparêze” tê birêvebirin.

Bi gotina Arif Balî wan sala bihorî jî kampanyayeke çandina daran li herêma Kobanî birêve biribû û gelek dar li gundan, taxên bajêr û li dibistan û navendên giştî belav kiribûn.

Balî destnîşan kir, ji bo destpêkirina kampanyaya çandina daran wan wek Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Kantona Firatê amadekariyên xwe kirine û ji rojên destpêka sala 2023an ve kampanyaya xwe destpê kirine.

Tê pêşbînîkirin ku ew kampanya heta meha Nîsana îsal berdewam bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst