Leşkeran rê nedan girseya gel tevli merasima cenazeyê Mîr Perwer bibin

06-01-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Leşkeran rê nedan xelk derbasî gundê Dêrika Ewranê, gundê Mîr Perwer bibin ku cenazeyê wî hunermendê Kurd li goristana wê hat veşartin.
Leşkeran rê nedan xelk derbasî gundê Dêrika Ewranê, gundê Mîr Perwer bibin ku cenazeyê wî hunermendê Kurd li goristana wê hat veşartin.
Nîşan Mîr Perwer Êrîşa Parîsê Mûş
A+ A-

Mûş (Rûdaw) - Cenazeyê hunermend Mîr Perwer ku di êrîşa Parîsê ya 23ê Kanûna 2022an de canê xwe ji dest dabû, roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an li gundê wî Dêrika Ewran a ser bi bajarê Mûşê ve hate veşartin. Lê leşkeran rê nedan ku bi hezaran kes û rojnamevan biçin gund û tevli merasima cenaze bibin. Ji ber vê yekê di navbera leşker û girseyê de alozî derket.

Cenazeyê Hunermend Mîr Perwer ku li Parîsê bi 2 kurdên din re hatibû kuştin li cihê jidayîkbûna wî Mûşê bi stranan hate pêşwazîkirin.

Ji bajarên derdorê gelek Kurd ji bo cenaze bi girseyî veşêrin li gundê Mîr Perwer li Dêrika Ewran amade bûn. Çavê hemûyan li xatirxwestina dawî bû.

Welatiyekî beşdar di merasima cenaze de got,“Milet pir li ber dikeve. Çimkî hunermend e, stranan dibêje, ciwan e.” Kesekî din jî got, “Em naxwazin êdî me qetil bikin.”

Welatiyekî din dibêje,“Em wan lenet dikin. Ev ne şehîdên yekem û ne jî yên dawî ne.”

Kesek bi gotina, “Em bêjin çi? Xwedê qebûl neke, nerazîbûna xwe tîne ziman” û welatiyekî din dibêje, “Kê kiriye, kê nekiriye kifş e.”

Beşdarekî din ê merazima cenazeyê Mîr Perwer sersaxiyê ji malbata wî re dixwaze û dibêje, “Ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim. Ji hevalên wî re sersaxiyê dixwazim. Niha tiştekî tune ye. Lê paşê çi dibe nizanim.”

Parlamentera HDPê, Gulistan Koçyîgît jî di merasima cenazeyê Mîr Perwer de amade bû.

Parlamenter Gulistan Koçyîgît li benda merasimeke aram bû lê leşkeran rê nedan ku xelk derbasî gund bibin û tevli merasima cemaze bibin. Di navbera leşker û girseyê de alozî derket.

Ne tenê li derveyî gund li nava gundê Mîr Perwer jî rewşeke awarte hebû û nehiştin kes biçe goristanê.

Atilla Aydin, kurmamê Mîr Perwer ji Rûdawê re axivî û got, “Em hatine gundê xwe îcar li gundê me jî nahêlin em herin ser cenazeyê xwe. Nahêlin yahoo. Tiştekî wiha heye ya? Em di kîjan dewrê de ne ya?”

Yusuf Engîn, gundiyê Mîrperwer jî diyar kir, “Em qebûl nakin. Lenetê lê dibarînin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Jixwe zilim bûye û Mîr Perwer qetil bûye, nehiştin em cenazeyê xwe defin jî bikin.”

Kuştina Mîr Perwer û hevalên wî li tevahiya cîhanê deng veda. Hemû cîhan nerazîbûna kurdan a li Ewropayê li pêşiya kamerayan dît lê cenazeyê Mîr Perwer li dûrî kamerayan bi awayeke dizî hate veşartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst