Cenazeyê qurbaniyê êrîşa Parîsê revandin; Di bin dorpêçê de hat veşartin

06-01-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Mîr Perwer Êrîşa Parîsê Mûş Dêrika Ewran Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di dema veşartina cenazeyê hunermendê Kurd Mîr Perwer de ku di êrîşa Parîsê de jiyana xwe ji dest dabû, di navbera polîsan û beşdarên merasimê de alozî derket, û 31 kes hatin desteserkirin.

Cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê di 23ê Kanûna 2022an de li paytexta Fransayê bajarê Parîsê di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest dabû, doh berî nîvro gihîşt Balafirgeha Mûşê.

Li balafirgehê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hejmarek parlamenterên HDPê ji bo pêşwaziya cenaze amade bûbûn, lê belê polîsên ku li balafirgehê li bendê bûn, cenaze di rêyeke din de birin gundê Dêrika Ewranê cihê jidayikbûna wî hunermendê Kurd daku li goristana gund bê veşartin.

Di vê navberê de rêya Mûş-Çewligê jî bi awayekî yekalî ji trafîkê re hat girtin.

Parlamentera HDPê Gulîstan Koçyîgît û kesên pê re tevî girseyeke qelebalix a gel ber bi gund ve bi rê ketin.

Cenderme û polîsan rêya gund girtin û rê nedan ku xelk derbasî nav gund bibin û tevli merasima veşartina cenazeyê Mîr Perwer bibin.

Wesayîta ku Koçyîgît û konvoya pê re ku dixwestin bikevin gund, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li derveyê gund hatin rawestandin û rê nehat dayîn biçin gund. Li ser vê yekê Koçyîgît ji wesayîtê peya bû û xwest bi peyatî xwe bigihîne gund. Lê dîsa li nêzî gund hat sekinandin û nehiştin derbasî gund bibe.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk li ser medyaya civakî got “Di merasîma cenazeyê Mîr Perwer de, tevî malbata wî bi awayekî keyfî tevlîbûna girseyî tê astengkirin.”

Gaza rondikrêj û guleyên plastîk hatin bikaranîn

Girseya ku destûr nehat dayîn bikevin gund, li derbaseya gundê Ewranê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin.

Hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk mudaxileyî girseyê kirin. Dema ku hêzên ewlekariyê gaza rondikrêj avêtin gel, gel jî bi keviran bersiv dan û di navbera gel û cendirmeyan de alozî derket.

Di encama aloziyan de parêzerek jî di nav de 31 kes hatin desteserkirin.

Parêzer duh êvarî serbest hat berdan û tê payîn ku çarenûsa 30 kesên din ên ku hêj di desteserkirî ne, roja Înê bê diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst