Li ser rêya Urmiye-Wanê qeza: 4 mirî û 1 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya li ser rêya Wan-Urmiyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Van Expressê, di bûyera hatinûçûnê ya li aliyê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê de, 3 kesên ji navçeya Qerqelî ya Wanê û kesekî ji Urmiyê ne, canê xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku otomobîl li barhilgirekê qelibiye şofêrê wê yê ji Rojhilatê Kurdistanê, Mizbah Hukerek (40), Mahmut Hukerek (29) û Îrfan Akgul (43) canê xwe ji dest dan, Ferhat Hukerek jî bi giranî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku Ferhat Hukenek ê 19 salî ku bi giranî birîndar bû birine Nexweşxaneya Urmiyê û 3 kesên canê xwe ji dest dane dê Urmiyê vegerînine Wanê.