Amed: 2 partiyên Başûrê Kurdistanê serdana DBPê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – 2 partiyên ji Başûrê Kurdistanê li Amedê serdana Partiya Heremên Demokratîk (DBP) kirin.

Şandeke 2 partiyên Başûrê Kurdistanê ku ji Partiya Komunîsta Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk dihat îro Înê 6ê Çileya 2023an li Amed a Bakurê Kurdistanê serdana navenda Partiya Heremên Demokratîk (DBP) kirin.

Sekreterê Partiya Komunîsta Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd û Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz piştî serdanê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Sekreterê Partiya Komunîsta Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd ragihand ku ew piştgiriyê didin DBPê û daxwaz kir ku partiyên Bakurê Kurdistanê nêzîkî hev bibin.

Sekreterê Partiya Komunîsta Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa sedema serdana xwe ya Amedê kir û got, “Serdana me ya Amedê li ser vexwendina Dibistana Marksîzmê bûye.”

Dr. Kawa Mehmûd li ser serdana xwe ya DBPê jî anî ziman, “Di vê serdanê de bo me baş bû ku serdana partiyên dost bikin û dubare bikin ku piştgiriya hemû têkoşîna dikin di pêngava çareseriya demokrasî û aştî, tevî wan pirsgirêkên bi giştî rûbirûyê gelên herêmê dibin û bi taybetî yên gelê Kurdistanê.”

Dr. Kawa Mehmûd her wiha got, “Ji xeynî wê hatina me ji bo bihêzkirina peywendiyan û peyameke van her du partiyan heye ji bo aliyên siyasî yên ku dostên me ne ku di rewşê de pêwîstiya wan bi danîna diyalogeke nîştimanî heye û divê em hewl bidin ku bi siyaseteke nerm vê diyalogê birêve bibin. Her wiha amadekariyên wan ên baş hebin ji bo hilbijartinan paşerojê û di heman demê de li ser xalên sereke yekdengiyek hebe. ”

Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî spasiya her du partiyan kir û diyar kir, Tirkiyê li her deverê dijminatiya Kurdan dike.

Salîha Aydenîz li ser serdana her du partiyên Başûrê Kurdistanê got, “Ji roja Hevserokê DBPê û hevserokê rêxistina Amedê hatine girtin partiyên Kurdistanî em bi tenê nehîştin. Ev jî tiştekî nîşan dide vê desthilata AKP û MHP li ser dijmintiya Kurdan dixwaze hilbijartina 2023an, bi destê dadgehan bêhiqûqiyê berdewam bike.”