Baroya Wanê: Hêzên ewlekariyê tundûtûjî li parêzerekî me kirine

06-01-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Wanê Sedat Duşunmez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê ragihand ku parêzerekî endamê baroya wan dema roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an  ji  parêzgeha Muşê  ya Bakurê Kurdistanê vedigeriya di rê de rûbirûyî tûndûtîjiya hêzên ewlekariya Tirkiyê bûye. Baroya navborî diyar kir ku wan derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û tekez kiriye ew dê proseya yasayî bişopînin.

Li gor daxuyaniya ku îro roja Înê 6ê Çileya  2023an ji aliyê Baroya Wanê ve hatiye belav kirin roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an parêzerekî endamê baroya wan ê bi nave Sedat Duşunmez dema ku ji parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê vedigeriya di rê de li xaleke kontrolê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve rastî tûndûtijî, sivikatî û miameleya xirab hatiye.

Di daxuyaniyê de hatiye got, “Keşûhewayê tundûtîjiyê ku li welatê me di her warî de zêde dibe, di çalakiyên hêzên ewlekariyê de bûye tiştek asayî  ku erkê wan rûbirûbûna tundûtîjiyê ye. Di demekê de ku divê hêzên ewlekariyê di çarçoveya yasayê de  mafên mirovan biparêzin û rûbirûyî tundûtîjiyê bibin lê êdî bixwe tûndûtîjiyê dikin.”

Baroya Wanê di daxuyaniyê de tûndûtîjiya hêzên ewlekariyê ya li hember parêzer Sedat Duşunmez şermezar kiriye û tekez kiriye ku ew wan proseya yasayî li ser bûyerê dane destpêkirin û ew dê bûyerê bişopînin.

Di van demên dawî de tûndûtîjiya hêzên ewlekariya Tirkiyê bi taybet li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li hember welatiyên Kurd zêde bûye.

Li navçeya Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî şeva 14ê Kanûna 2022an polîsan li ciwanekî Kurd xistibûn ku dixwest bigihîjhe nimêjê û belavbûna dîmenên wê bûyerê jî li ser medyayên civakî  bibû sedema karvedanan.

31ê Kanûna 2022an şeva sersalê jî li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dema du xortên Kurd ku temenê wan di navbera 16 heta 18 salî de ji mala xizmekî xwe vedigeriyan ji ber ku cilên Kurdî li xwe kiribûn Polîsên Tevgera Taybet di rê de ew rawestandibûn û bi tundî li wan dabûn. Dîmenên îşkenceya polîsan li hember wan xortên Kurd jî li ser medyaya civakî deng veda bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst