Li Dêrsimê ji bo Gulistan Doku çalakî hat lidarxistin

06-01-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Gulistan Doku
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Platforma Jinan a Dêrsimê bi helkefta sêyemîn salvegera wendabûna Gulistan Doku xwepêşandanek saz kir.

Malbata Gulistan bo demekê li pêşiya Parêzgariya Dêrsimê çalakiyek kirin û piştre tevli xwepêşandana Platforma Jinan a Dêrsimê bûn.

Grupa jinan ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan û li qadê li ser navê platformê xwendekara zanîngehê û endama platformê Eylûl Yantemur daxuyanî da û amaje bi wê yekê kir ku ligel derbasbûna 3 salan ti encamek nehatiye bidestxistin.

Eylûl Yantemur got, “3 sal in em pirs dikin Gulistan Doku ka li ku derê ye? Di lêpirsîna dosyeyê de ku berdewam e, heta niha ti belge û zanyariyeke ku çarenivîsa Gulistan diyar bike nehatiye bidestxistin. Ji roja destpêkê û heta niha, me her dem kêmasiyên ku çavdêriya me li ser wan hebûye aniye ziman.”

Gulistan Doku ji 5ê Çileyê 2020an û heta niha wenda ye.

Ji bo dîtina Gulistan Doku, malbatê hejmarek çalakî kirine û ligel berpirsên payebilind ên Tirkiyê jî civiyane, lê heta niha ti encamek derneketiye.

Xwişka Gulistan amaje bi wê yekê kir ku ew dê wek malbat li ser doza xwe berdewam bin.

Aygul Doku, xwişka Gulistan Doku got, “Em vê dosyayê jî bernadin û bestika kujerên Gulistan jî bernadin. Divê vê yekê hemû kes bizanibe. Eger 3 sal in em li vê derê ne 300 sal jî derbas bibe dîsan em dê li vê derê bin. Li bajarekî ku tê gotin bajarê herî ewle yê Tirkiyê ye û li her derê kamera hene Gulistan nayê dîtin.”

Gulistan Doku xelka Amedê û xwandekara Zanîngeha Dêrsimê ji roja 5ê Çileya 2020an ve dema temenê wê 21 salî bû, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derketiye derve, wenda ye.

Herî dawî 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bêencambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, welatiyê Rûsyayê Zeynal Abrakov ku hevalê Gulistanê bûye, ew winda kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst