Nîqaşên li ser Daristana Bahçelî: ‘Em dê vî navî biavêjin sergoyê dîrokê’

06-01-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Partiya Neteweperest MHP li bajarê Amedê tenê ji sedî 1,34 deng werdigire
Partiya Neteweperest MHP li bajarê Amedê tenê ji sedî 1,34 deng werdigire
Nîşan Daristan Devlet Bahçelî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Partiya Nijadperest a Tirk MHP dê li ser 210 donum erd 10 hezar daran deyne û navê Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî li vê qadê bike. AK Partî danîna navê Bahçelî li daristanê tiştekî asayî dibîne. Lê HDPyî Bahçelî weke dijmin û neyarê Kurdan bi nav dikin û dibêjin, dema ku ew hatin ser kar ew ê qeyûman û bi qeyûman re jî navê Kurdan ji ser kûçe û kolan û daristanan rakin.

Angaşta çêkirina daristanek bi navê Serokê Giştî yê Partiya Neteweperst MHPê Devlet Bahçelî heta niha ji aliyê saziyên fermî yên Devletê ve nehatiye redkirin. Gelek sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdî li hemberî navê Devlet Bahçelî nerazî ne.

Rêveberên Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê ku heta niha xwe ji van nîqaşan dûr digirtin, pirsên Rûdawê yên li ser vê daristanê bersivandin. Li gorî hin rêveberên AK Partiyê nîqaşa li ser navan xelet e û divê herkes li gorî xwe piştgirî bide danîna daran.

Eladîn Parlak, Rêveberê Desteya Biryardanê ya AKPê, dibêje, “Em rast nabînin ku li ser navan nîqaşeke wiha bê kirin. Dibe ku partiya A dibe ku partiyeke B ya siyasî jî be. Kê dibe bila bibe, ya girîng ev e; bi rastî jî ger ev mirov dikarin temsîliyeta vê yekê bikin û karekî wiha didin meşandin divê em piştgiriya wan bikin. Divê em qebûl bikin û ji wan re li çepikan bidin. Îro li Diyarbekirê navê Devlet Bahçelî derkete pêş sibê dikare Necmedîn Erbakan an jî Tayîp Erdogan jî be. Navên bi vî rengî jî dibin. Divê em van kesên ku vî karî dikin pîroz bikin.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî li hemberî danîna navê Devlet Bahçelî nerazîbûn nîşan da. Rêveberên HDPê dibêjin di hilbijartinê de dema wan qeyûm rakirin ew ê bi wan qeyûman re nav û tabelayên li dijî Kurdan jî rakin.

Zeyad Ceylan, Hevserokê HDPê li Amedê, dibêje, “Em ê zîhniyeta qeyûm ji vir biqewirînin. Ew ê AKP ji desthilatdariyê bikeve. AKP bikeve jixwe şirîka wî ya biçûk MHP jî pê re diçe. Ewçax ev navên ku heq nekirine û li bax û baxçeyên deverên Kurdistanê, wargehên Kurdistanê hatine danîn dê weke tabela herin ser sergoyê dîrokê.

Partiya Neteweperest MHP li bajarê Amedê tenê ji sedî 1,34 deng werdigire. Li gorî projeyê di nava mehekî de dê li Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî 10 hezar dar bêne danîn û li ser her darek navê endamekî hêzên ewlekariyê ku di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane bên lêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst