Çekdarên girêdayî Tirkiyê darên zeytûnan ên Efrînê birîn

06-01-2022
Nebîl Yûsif
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Darên Zeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpa Hemze nêzîkî 300 darên zeytûnan ê hemwelatiyekî Kurd birîne.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê belav kirine ku çekdarên grûpa Hemze yên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, nêzîkî 300 darên zeytûnan yê hemwelatiyekî Kurd bi navê Hesen Bekir Birîmko li gundê Darkiriyê li nahiya Mabata ya Efrînê birîne.

Li gor heman çavkaniyan, grûpa Hemze bi terektor û alavên birîna daran çûne nava darên zeytûnan ê navborî û darên wî birîne, hinek dar bi temamî ji koka wan ve birîne û hineke din jî nîvê wan birîne û ji bo bajarê Efrînê veguhastine, da ku ji bo şewtandinê bikar bînin yan jî li bazaran bifroşin û bazirganiyê pê bikin.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê ji Rûdawê re didin zanîn ku çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê û kesûkarên wan ên hawirde, ji niha ve, dest bi dizî û talankirina zeviyên zeytûnan ên li herêmê kirine.

Li herêma Efrînê, nêzîkî 19 milyon darzeytûn hene ku dike %20 ji darzeytûnên Sûriyê. Salane nêzîkî 55.000 ton zeyt berhem didin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, nêzîkî 700,000 darzeytûn û darên fêkî bi destê grûpên çekdar û kesûkarên wan ên hawirde hatine birîn û şewitandin. Herî dawî, di meha Îlona borî de, 205 darzeytûn hatine birîn.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst