Galeriya wêneyan

06-01-2022
20 Photos
RÛDAW

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê salê ji 50 hezarî zêdetir geştyar serdana Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan dikin û bi xêra wê navendê geştyariya zivistanê zêdetir dibe.

Navenda kaşûnê bi pîstên xwe yên nû û parkûrên xwe yên siruştî û bala geştyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Zozanê Mêrga Botan di navbera çil û çiyayên bilind de ye û raqima wê 2 hezar û 800 e. Li zozanê 12 sal berê navenda kaşûnê hat çêkirin.

Li navendê sîstema telesiyejê, teleskî, qadên xizangê û malên çiyayî hene. Otêleke ku 120 kes dikare lê bimîne jî nû hatiye çêkirin. Dirêjahiya pîsta navenda kaşûnê berê 4 hezar metre bû, niha derxistine 6 hezar metreyî.

4 pîstên navendê hene û ziyaretvanên navendê sal bi sal zêde dibin. Îsal jî ligel kesên ku ji bajar û navçeyên der û dorê çûne, ji Îran û Iraqê jî mêhvan hatine.

Li navendê herî zêde dawiya hefteyê qerebalixî çêdibe, ziyaretvan snowboard dikin û xwe li ser xizekan dişimitînin.

Foto: Sayim Harmanci / AA