Ji DIERGê pêşniyara dersa bi zimanê dayîkê

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Hewla Reform û Çavdêriya Perwerdeyê li Amedê (DIERG) ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê pêşniyar dike dersa hilbijarî ya zimanê dayîkê vebijêrin.

Navenda Hewla Reform û Çavdêriya Perwerdeyê li Amedê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 9ê Çileya 2020an li dibistanan dema tercihkirina dersên hilbijare bidawî dibe û ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê û malbatên wan pêşniyar dike ku dersa zimanê dayîkê hilbijêrin.

Li dibistanan xwendekar ji bilî zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) dikarin zimanên Gurcî, Lazî, Albanî, û Abazeyî hilbijêrin.

DIERG dibêje: “Herçend dersa hilbijarî ya zimanê dayîkê têrê neke û di destpêk de be jî, dê bibe sedema ku hinek xwendekar li dibistanan zimanê dayîkê bibihîsin û fêr bibin û hest bi kêfxweşiya xwendina bi zimanê dayîkê bikin. Herwiha dibe ku bibe wesile endamên malbatê bi hev re bi wî zimanî biaxivin. Xwendekarên ku zimanê wan ê dayîkê Tirkî be jî, bi saya vê yekê dê hebûna zimanên din qebûl bikin.”

DIERG amaje kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan xwendekarên ku zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye hene û girîng e ku ew dersa hilbijarî ya Kurdî hilbijêrin û dê di dahatûyê de bandorên wê yên erênî hebin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de DIERGê destnîşan kir ku eger di hilbijartina dersa hilbijare ya zimanê dayîkê de çi di aliyê kelûpelên dersan de û çi aliyê dibistan û mamosteyan de kêmasî hebin ew dikarin bibin alîkar û herkes dikare pirsgirêk û kêmasiyên xwe bi rêya diergsecmelikurdce@gmail.com ji wan re ragihînin daku ji wan re bibin alîkar.