Galeriya wêneyan

06-01-2020
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Rojên Înê li ber baxê giştî li Silêmaniyê, xelkê biyanî yên nîştecihên wê parêzgeha Kurdistanê kom dibin û xwarinên welatên xwe pêşkêş dikin.

Wan xelkê biyanî pêştir li gel kompaniyan kar dikir, lêbelê niha bi awayekî serbixwe kar dikin û li ber baxê giştî hem danasîna xwarinên cûrbicûr ên welatên xwe dikin û hem jî difiroşin.

Ew xelkê biyanî li gel xwarinên welatên xwe, xwarinên Kurdî jî çê dikin û difiroşin. Yek ji wan kesan ê ku xwarinên Kurdî difiroşe ji Rûdawê re got, “Xwarinên biyanî ji aliyê Nepalî, Banladeşî û Hindiyan ve tên amadekirin. Ji aliyê hemwelatiyên welatên din ve jî pêşwaziyeke zêde lê tê kirin.”

Baxê giştî yê Silêmaniyê sala 1937an hat pêkanîn û dikeve destpêka şeqama Salim û yek ji parkên dîrokî yên bajarê Silêmaniyê ye. Di wî parkî de peykerên hejmareke helbestvan hunermendên Kurd li gel peykerê ‘çar efserên qehreman’ hatine danîn û rojane hejmareke zêde ya xelkê berê xwe didin wê parkê.