Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Xamineyî kir

06-01-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îran Qasim Sulêymanî Ayetullah Xameneyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî sersaxî li Rêberê Îranê Ayetullah Xamineyî kir û got ku “Sulêymanî di şerê dijî dîktatoriyê de ligel me bû û herwiha di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî nameyek ji Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî şand û têde sersaxî li wî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje kuştina Qasim Sulêymanî li ba xelk Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê.

Di nameya xwe de Barzanî gotiye: “Birêz Sulêymanî di şerê li dijî dîktatoriyê de ligel me dost bû û di şerê di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir. Bi şêweyekê ku çend caran ji aliyê hemû berprisên Iraq û herêmê ve rêz li zehmet û fedakariyên wî hatine girtin.”

Barzanî herwiha anî ziman ku ew bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst