Rê nehat dayîn ku Partiya Yekîtî li Qamişlo ofîsa xwe vebike

06-01-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo PYK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nehîştin Partiya Yekitiya Kurdistanî li Sûriye (PYK-S) ofîsa xwe ya li Qamişlo veke.

 

Partiya Yekîtiya Kurdistanî ragihand, piştî hin serkirdeyên Rêveberiya Xweser ragihandin ku partiyên bêrûxsatên  rêveberiya xweser in dikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê û ofîse xwe vekin, wan hewla vekirina offîsa xwe dan, lê kesên ku dest bi ser offîsên wan de girtine, red kirine ku radest bikin.


Li gorî daxuyaniya Komîteya siyasî ya Partiya Yekitiya Kurdistanî, dema ku hevalên wan daxwaza wergirtina ofîsê kirine, berpirsê wî aliyê ku niha di nav ofîsa wan de ye,  red kiriye radest bike û serkirdeyên wê partiyê jî, weke xiyanetkar wesif kirine.


Li gorî daxuyaniyê, aliyê ku ofîs desteser kiriye,  hişyaarî daye hevalên wan ku nabe ew nêzîkî ofîsa xwe bibin û gotine ku pêwendiya van meseleyan bi Hekem Xelo û Ebdulkerîm Omer re nîne.


Di daxuyaniyê de  Partiya Yekîtiya Kurdistanî hate gotin ku ew vê “zihniyeta xiyantkirinê şermezar dikin” û berpirsiyariya astengkirina hewlên navdewletî û navherêmî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji bo herêmên Kurdî li rojhilatê Feratê dixin stûyê xwediyên vê zihniyetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst