'Me ji Tirkiyê re hinceta bombebarankirina Çiyayên Silêmaniyê nehişt'

Silêmanî (Rûdaw) –  Piştî ku firokeyên Tirkiyê û topavêjên Îranê, bi hinceta hebûna kampên gerîlayên PKK û PJAKê çend caran Çiyayê Asos û derdora gundê Gelale ya navçeya Mawet a Silêmaniyê bombebaran kirin, Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn ragihand, ku wan hincetên bombebarankirinê ji Tirkiyê û Îranê re nehiştine.  

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand, ku beriya niha firokeyên Tirkiyê û topavêjên Îranê çend caran Çiyayê Asos û derdora gundê Gelale ya navçeya Mawet a Silêmaniyê bombebaran kirine û ev yek jî bûye sedema nîgeranbûna nîştecihên wê herêmê.

 

Azad Mihemed Emîn da xuyakirin, ku tîmeke di bin serokatiya wî de çûne herêmê, li gel Qaymiqamê Mawet û berpirsên ewlekariyê serdana nîştecihên gundê Gelale kirine û derbarê sedemên topbaranê de zanyarî komkirine.

 

Mihemed Emîn got, ku piştî vegerê wan ji bo nehiştina ti hincetekî hemû hewldanên xwe bikar anîne û niha ti hincetek ji bo Tirkiye û Îranê nemaye da ku herêmê bombebaran bikin.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê got: “Me karî heta astekî ti hincetekî ji bo topbaran û bombebaranê nehêlin. Niha jî hemwelatî vegeriyane navçeyê û jiyan jî tê de asayî ye.”

 

Lê Azad Mihemed Emîn amade nebû li ser vê yekê biaxive ka çawa ji bo bombebarankirina wê herêmê hincet nehiştine.


Nivîsîn: Necmî Salih