4 koçberên kurd li ser riya Makedonya-Sirbiya jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Çar koçberên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê di bûyerekê de li ser riya Makedonya û Sirbiyayê jiyana xwe ji dest dan.

 

Îro înê di 4 koçberên xelkê Rojavayê Kurdistanê di rêya Ewropayê de canê xwe ji dest dane.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Polîsê Sirbiya ew koçber dîtine û li pê wan ketine da ku wan bigirin, kesên koçber jî bi otobusekê ji Sirbiya ber bi Makendyayê ve direvin.

 

Di encama bilez ajotinê de, otobusa koçberan werdigere û 4 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest didin. Herwiha di bûyerê de 5 koçberên din jî birîndar dibin.

 

Noh Xelîl welatiyê Rojavayê Kurdistanê ku xizmên wî di nav wê otobusa wergeriyayî ya koçberan de bûne, ji Rûdawê re ragihand: “Xuşka min, Emîne Xelîl û hevjînê wê Ebdulkerîm Doko ligel 7 koçberan, sînorê Sirbiya bi qaçaxçî derbas kirin, lê otobusa wan qulipî, 4 kes ji wan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.”

 

Noh Xelîl herwiha got: “Xuşka min û zavayê me xwestin ku xwe bighînin 7 zarokên xwe yên li Nemsayê ku ew salek e li wî welatî dijîn, lê zavayê me jiyana xwe ji dest da û xuşka min ligel keça wê ya biçûk birîndar bûn.”