FLAŞ - DAIŞê ji 2 aliyan ve êrişî Bendava Tişrînê kir

06-01-2016
RÛDAW
Nîşan DAIŞ HSD YPG Bendava Tişrîn Şer Êriş
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê îro ji du aliyan ve bi tank û top û çekên din ên giran êrişî Bendava Tişrînê kirin. Di navbera Çekdarên DAIŞê û şervanên Hêzên Sûsiya Demokratîk de şerekî dijwar derketiye ku heya niha didom e.

 

Li gor agahiyên Rûdawê ji Rojavayê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê îro serê sibehî dest bi êrişeke berfireh bo kontrola Benda Tişrînê kirin, ku niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

 

Çavkaniyên xwecihî li Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandin, ku çekdarên DAIŞê îro 3 caran êrişî Bendava Tişrînê kirin.

 

Çekdarên DAIŞê êrişa yekem derdora saet 04:00ê sibehî û ya duyem jî piştî saet 10:00ê pêk anîn, lê belê ji ber ku şervanên HSDê û YPGê bi tundî bersiv dan, her du êrişên wan hatin têkbirin.

 

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re dan zanîn, ku piştî şikestina du êrişên destêpêkê, cardin çekdarên DAIŞê piştî amadekariyên zêdetir, êrişa sêyem pêk anîn û ji 2 aliyan ve dest bi êrişên xwe kirin.

 

Hat zanîn, ku çekdarên DAIŞê li aliyê Pira Qereqozax a li başûrê Bendava Tişrînê û herwiha li aliyê bajarê Minbicê ya li rexê rojavayê Çemê Firatê êrişên xwe li dijî HSDê dest pê kirin.

 

Di êrişên xwe de, DAIŞê tank, top, wesayitên zirhî û çekên din ên giran bi kar anîne û hejmareke zêde ya çekdaran jî di şer de beşdar bûne.

 

Piştî destpêkirina êrişan, şervanên HSDê û YPGê bi tundî bersiv didin û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar derketiye ku heya niha berdewam e.

 

Ji ber dijwarbûn û berdewamiya şer, derbarê encamên pevçûnan û zirarên her du aliyan de ti agahî nehatine zanîn.

 

Şervanên HSDê roja 26ê Befranbar a 2015ê piştî operasyoneke berfireh û şer û pevçûnên dijwar ku 3 rojan berdeqam kir, karîn Bendava Tişrînê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û bi wî awayî rêya derbasbûna bo rexê rojavayê Çemê Firatê ji xwe re vekin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst