Barzanî bi dîplomat û nûnerên welatên biyanî re rûdinê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê re dicive.

Serok Barzanî dê îro bi nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê re bicive û agahiyên dawî li ser rewşa Kurdistanê û şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê bide wan.

Barzanî her sal di destpêka salê de bi nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re dicive.

Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 30 konsulxane û ofîsên dîplomatîk ên welatên biyanî hene.